‘Armanca bêcezahiştinê qirkirina jinê ye’

  • 09:02 6 Mijdar 2023
  • Rojane
 
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Elîf  Turan polîtîka bêcezahiştinê ya desthilatdarî û darazê nirxand û got armanca wan ev e ku qirkirina jinê biafirînin û diyar kir ku li dijî vê têkoşîna jinan didome.
 
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tundiya mêr her diçe zêde dibe û bi taybet polîtîkayên bêcezahiştinê cesarete dide gumanbaran. Gumanbarên bi cezayên wek xelat tên xelatkirin, piştî tahliye dibin tundiyê didomînin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Elîf Turan, polîtîka bêcezahiştinê ya desthilatdarî-mêr-darazê nirxand.
 
Elîfê diyar kir ku  polîtîka bêcezahiştinê tenê bi berdana gumanbaran ne pêkane û heman demê de gumanbar tên parastin û got: “Gumanbar cînayetê dike, îstîsmarê dike û ji vir şûnde li dadgehan bi kravat, gotinên olî û netewperest xwe diparêzin. Polîtîkayên bêcezahiştinê di esasê de ji bo parastina mêr tên kirin.”
 
‘Peymana Stenbolê ji bo parastina gumanbaran hat feshkirin’
 
Elîfê di berdewamiyê de got bêcezahiştin mêran teşwîqê sûc dike û ne bi efûyê be jî bi sererastkiriên qanûnî û daxistina ceza ev tê jiyîn. Elîfê balkişand ser Peymana Stnebolê û got peymana Stenbolê ji bo parastina mêran hatiye feshkirin. Elîfê wiha daxuyand: “Jin êdî bi darazê bawer nakin. Jinên ji bo parastinê daxwqaz dikin, ger dîsa tundî lê bêkirin êdî naçin heman merciyê. Hêzên ewlehiyê jinan îqna dikin û dişînin malên wna. Dema rewş wisa dibe tûndiya li ser jinan jî zêde dibe heta heta qetilkirinê diçe. Di Peymana Stenbolê de biryara durxistina 6 mehan hebû. Jin 6 mehan ji vê fêde digirtin. Qanûna 6284 jî hinek be ji vê pêk tîne.”
 
‘Wê têkoşîna me bidome’
 
Elîfê destnîşan kir ku bi hinceta pandemiyê gumanbar ji girtîgehan hatine derxistin û got: “Dema pandemiyê de dema gumanbar hatin berdan  jin bi tundiyê re hatin rû hev. Jinan nizanibû ku wê bi rewşeke wisa re bên rû hev. Dema rewş wisa bû jinan nikaribû xwe biparêzin jî.  Li dijî sûcên li hember jin û zarokan cezayên bi bandor tune ne. Gumanbar li girtîgehên vekirî tên girtin û ji ber vê jî dema dertên dîsa sûc dikin. Em saziyên jinan û çapemeniy azad vê tînin rojevê. Wê têkoşîna me bidome. Zînniyetaserdest polîtîkaya ku mêr diparêze dimeşîne.”
 
‘Bila destê xwe ji qanûna 6284 bikşînin’
 
Elîfê balkişand ser rêbazên têkoşîna li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê û  wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha nîqaşên der barê vekişînandina qanûna 6284 de tên kirin. AKP-MHP û tifaqa xwe hewl didin qanûnê rabikin.  Gelo wê çawa li dijî qetilkirina jinan û îstîsmara zarokan çav û guhên xwe bigirin. Heta Peymana Stenbolê şûnde neyê wê qetilkirinên jinan bidome. Divê dewlet di vî alî de gavê bavêje. Divê dest ji qanûna 6284 bikşînin.”