ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'YAN

  • 09:00 6 Mijdar 2023
  • Rojev
 
*Endama YJK-E'yê Medya Rosan da zanîn ku armanca pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane û pêkanîna aştiyê ye. Medyayê wiha got: “Ev paradîgma ji bo min riya çareseriyê ye. Tu hêz êdî nikare fikr û raman bide sekinandin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û teqez  bi ser kevin.” DÎMEN HEYE
 
*Wezareta Xizmetên Malbatî û Civakî li 81 bajarî  ‘komxebata malbatî’ pêk anî. Ji Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê Badegul Guler der barê mijarê de axivî û got wê daxwazên jinan bînin ziman û têkoşînê bidomînin. DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta TJA’yê Elîf  Turan polîtîka bêcezahiştinê ya desthilatdarî û darazê nirxand û got armanca wan ev e ku qirkirina jinê biafirînin û diyar kir ku li dijî vê têkoşîna jinan didome. DÎMEN HEYE
 
 
*Derbarê Veysî, Zahîr û Nîhat Yilmaz ên ku tecwizî Esra Y. kirin û bûn sedema ku bi rêya întîharê jiyana xwe ji dest bide biryara beraetê hat dayîn û derbarê malbata Erayê de jî bi îdaya "kuştin bi qestî" lêpirsîn hat destpêkirin.