Li Hambûrgê li dijî tecrîd û êrîşan civîna gel

  • 19:22 5 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Hambûrg ê Amanyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û êrîşên Tirkiyeyê ên li ser Rojava, civîna gel hat lidarxistin.
 
Li bajarê Hambûrg ê Almanyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava civîna gel hat lidarxistin. Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah û parêzer Mahmut Şakar tevlî civînê bûn.
 
Di civînê de ewilî parêzer Mahmût Şakar axaftina vekirinê kir. Mahmut  diyar kir ku bi komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, xwestin li Rojhilata Navîn konseptek nû têxin dewrê. Mahmut anî ziman ku şerê cîhanê yê sêyemîn bi vê komployê hatiye destpêkirin û wiha vegot: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo komployê vale derxe û parastina gelê xwe jiyan hilbijartiye. Grava Îmraliyê bi armanca tecrîdê ji nû ve hatiye sererastkirin. Ev îzalasyon li ser hemû gelên Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û Kurdên li Ewropayê dijîn tê ferzkirin.  Bersiva herî mezin a li dijî tecrîdê, xwedîderketina paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”
 
Piştre Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah jî axivî. Asya Abdullah anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêwîste ewilî tecrîd ji holê rabe û ev tişt anî ziman: “Divê gel siyaseta xwe li ser bingehên rast ava bike. Em bi hêza xwe, bêyî ku xwe bispêrin kesî têkoşîna xwe dimeşînin. Ên ku îro ji ber berjewendiyên xwe li ba me radiwestin, dibe ku sibe li ba me nesekinin. Lîstikên emperyalîst ên li Rojhilata Navîn li ser Kurdan dimeşe. Divê li hemberî vê yekîtiya neteweyî pêk were. Em naxwazin sedsalek din winda bikin.”