Komxebatên TJA'yê eleqeyek mezin dibînin

  • 14:44 5 Mijdar 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Welatiyên ku eleqeyeke mezin nîşanî atolyeyên têkel ên TJA'yê dan, gotin, “Em ziman, nasname û çanda xwe deyndarê Rêbertiyê ne. Rojeva me ya sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeyên Ûmraniye û Bagcilarê yên Stenbolê di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi azadiyê ve" da destpêkirin, li ser tecrîd, şerê taybet, hişmendiya zayendî û mêrtiyê komxebatên hevdem li dar xistin. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî atolyeyê dan.
 
Di komxebata têkilhev a li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Navçeya Bagcilarê de pankartên "Ji tecrîd, dagirkerî, şer re na", "Hevserokatî xeta me ya binefşî ye", "Ji bo azadiyê", "Jiyan azadî"  û "rêveberiyên herêmî yên azad" û Wêneyê Nagîhan Akarsel ku li Silêmanî hat qetilkirin,, Denîz Poyraz a li Îzmîrê hat qetilkirin, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef. û Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin hatin daliqandin. Aktîvîsta TJA'yê Felek Erdem û Nivîskar Firat Can weke qiseker beşdarî komxebatê bûn.
 
Komxebat bi axaftina vekirinê û deqîqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin.
 
TJA tevgereke ku xwe diguherîne ye'
 
Aktîvîsta TJA'yê Felek Erdem ku ewil li vir axivî, diyar kir ku TJA wekî platformekê tevdigere. Felek, anî ziman ku TJA tu carî tenê li ser jinê nesekiniye û got, “TJA her tim bûye tevgereke ku dijberên xwe û xwe diguherîne. TJA'yê gelek kampanyayên xwe yên guhertin û veguhertina civakê pêk anî. Bi kurtasî TJA di kampanyayên xwe de ne tenê jin, mêr, civak û birêz Abdullah Ocalan xist rojeva xwe. Mînak me kampanyaya 'Em xwe diparêzin' ava kir. Me li wir ne tenê jin di heman demê de bi hevrêyên xwe yên mêr re jî nîqaş kir ku em çawa dikarin xwe biparêzin."
 
'Tecrîd li dijî gelê Kurd e'
 
Felekê bi bîr xist ku wan niha kampanyayek bi dirûşma "Bi Jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" dane destpêkirin, diyar kir ku lingê destpêkê yê kampanyayê perwerde ye û perwerde ji bo wan gelekî girîng e. Felek bal kişand ser tecrîdê û got, “Tecrîd hemû têkiliyên jiyanê yên mirov qut dike û hêdî hêdî dikuje. Hikûmet heta bi hûrgilî vê pergalê dihesibîne û pêk tîne. Berê jî me digot tecrîd di şexsê Ocalan de tê meşandin. Ya rastî di salên dawî de di şexsê Rêberê PKK'ê de tecrîd li ser gelê Kurd tê meşandin. Ocalan ev demek berê diyar kiribû. Got, 'Tecrîd bi rêya min li ser gelê Kurd hate ferzkirin.' "
 
'Rojeva me ya sereke azadiya Abdullah Ocalan e'
 
Piştre welatiyan nîqaş kirin. Di hevdîtinan de gelek caran bal hat kişandin ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 33 meh in li Girava Îmraliyê agahî jê nayê girtin. Welatiyên li vir axivîn gotin, “Em ziman, nasname û çanda xwe deyndarê Rêbertî ne. Heta duh hemû hêza me li ser şikandina tecrîdê bû. Niha rojeva me ya sereke azadiya Abdullah Ocalan e. Rêyeke din nîne. Hevdîtina bi malbat û parêzerên wan re êdî têra me nake. Peyama “Em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin” da.
 
Umraniye
 
TJA'yê bi wesîleya kampanyayê li navçeya Ûmraniyê jî atolye li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglû û gelek jin beşdarî komxebata ku li Rêxistina HEDEP'ê ya Navçeya Ûmraniyê hat lidarxistin bûn.