Hejmara 36'an a Kovara Jinê derket

  • 10:37 5 Mijdar 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Hejmara 36'emîn a Kovara Jinê bi berga "Em Wezareta Jinê dixwazin" derket.
 
Kovara Jinê ya hefteyî ku li ser înternetê weşanê dike bi hejmara xwe ya 36'an derket.  Kovara ku bi berga xwe ya "Em Wezareta Jinê dixwazin" hat weşandin de balê dikişîne ser polîtîkayên AKP'ê yên derbarê jinan de. Kovar her wiha li dijî AKP'ê balê dikişîna ser têkoşîna jinan a ji bo Wezareta jinan.
 
Hemû sernavên hejmara nû de cih digiirn wiha ne:
 
* Têkoşîna Jinê û Wezareta Jinê / Halide Türkoglu
 
* Leyla Xalid: Ger zilm hebe, berxwedan jî heye / Capire - Werger
 
* Komar û tevgera femînîst -1 / Hulya Osmanagaoğlu
 
* Jiyanên me yên “asayî” û mirinên me yên ne asayî / Oya Açan
 
Hûn dikarin ji vê lînkê xwe bigihîn nivîsên di vê hejmara kovarê de.