‘Têkoşîna jina rêxistinbûyî em ê li her derê belav bikin’

  • 09:04 5 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
AGIRÎ - Aktivîsta TJA’yê Solmaz Ozlen destnîşan kir ku li Panosê ji ber pergala feodal û eşîretê her wiha polîtîkayên dewletê, qirkirin û tundiya li dijî jinê gelek zêde bûye û ji ber vê zihniyetê ser bûyeran tê girtin. Solmaz, anî ziman ku ew ê têkoşîna jina rêxistintinbûyî li her derê belav bikin û li cem jinan bin. 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirina jinê û êrîşên li hember jinê her ku diçe zêde dibe û ev yek gihiştiye asta herî jor. Her roj ku herî kêm sê an jî çar jin tên qetilkirin, mirina hin jinan jî bi awayekî bi guman e. An jî jinên ku tên qetilkirin xemla “întîxarê” ji bo wan tê dayîn û ser bûyeran tê girtin. Ji bajarên Kurditanê yek jî Agirî ye ku mirina jinan gelek zêde ye. Herî dawî li gundê Axtepe ya navçeya Panosa Agiriyê cerdevanê berê Cemîl Turk bi çekê keça xwe Dîlan Turk (20) qetil kir û kurê xwe E.T. jî birîndar kir.
 
 Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Solmaz Ozlen têkildarî qirkirin û êrîşên li ser jinan a li Panosê ku zêde bûye de nirxandin kir.
 
‘Jin ne namûsa tu kesî ye’
 
Solmaz, anî ziman ku Panos cihekî feodal e û pergala eşîretê gelek zêde ye her wiha polîtîkayên dewletê yên taybet jî li vir di meriyetê de ye û got ji ber vê yekê jin nikarin bi awayekî azad xwe bînin ziman û biçin her derê. Solmaz, destnîşan kir ku ji ber vê pergalê jin nikarin tevlî çalakiyên jinan bibin û wiha got: “Ji ber vê yekê zextek mezin li ser jinan tê meşandin. Lê belê em bi xebatên xwe van zextan dişkînin û li hemberî vê yekê disekinin. Lê belê elbet ev xebatên me têr nakin. Ji ber ku me xwe hîn negihandiye gelek jinan. Ji bo ku em xwe bigihînin hemû jinan xebatên xwe bê navber dimeşin. Jin ne kole ne û nikarin di bin fermana mêran de bin. Mafê jinê jî heye ku bi awayekî azad xwe îfade bike û bijî. Ji bo vê jî divê em wekî jinên partiyê xwe bigihînin wan jinan. Dema ku em xwe bigihînin hemû jinan û bibin yek jin dê ji vê yekê hêzê bigirin. Ligel pergala vê derê jî me beriya çend mehan şahiyek li dar xist û hezar 500 kes anî cem hevdû û bernameya xwe li dar xist. Jinan bi wê bernameyê careke din daxwaz û gotina xwe gelek baş anîn ziman. Ji ber vê jî li pêşiya me rêyek dirêj heye û em ê xwe bigihînin hemû jinan. Pergala baviksalar îro ji bo jinan dibêjin ‘namûs.’ Lê belê namûs bi jinê nîne. Di bin navê vê gotinê de pêşiya jinê tê astengkirin. Lê divê em vê yekê ji jinan re gelek baş bînin ziman. Lê bila ev bê zanîn ku mêr ji namûsa me ne berpirsyar in. Divê em van hemûyan ji jinan re ragihînin.”
 
‘Divê em ji zilma mêr re bêjin bes’
 
Solmaz, bi lêv kir ku li navçeyê ji ber zext û zilma mêr, jin çiqasî bi tundiyê, destdirêjî û tecawizê re rû bi rû dimînin jî nikarin dengê xwe ragihînin. Solmaz, da xuyakirin ku pêwîst e êdî hin kes ji vê zext û zilma mêr re bêje bes e û wiha pê de çû: “Ya ku ji vê zilmê re bêje bes jî jin e. Ji ber vê jî divê em xwe bigihînin hemû jinan û bibin dengê wan. Li Panosê qirkirin û tundiya li dijî jinê gelek zêde bûye. Di heman demê de bûyerên destdirêjî û tecawizê jî gelek zêde bûne. Ji ber pergala eşîretê li ser van bûyeran tê girtin û jin nikarin tiştekî bêjin. Îro di bin navê namûsê de jî jin tên qetilkirin. Dema ku jê tê pirsîn dibêjin ‘me namûsa xwe paqij kir.’ Em destûrê nedin ku ser van bûyeran bê girtin. Beriya çend roj pêşî jî jinek ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin. Lê der barê naveroka bûyerê de me nekarî agahiyek zelal bigirin. Ger ku em xwe negihînin jinan dê jin her roj bên qetilkirin.”
 
‘Daraz jinê naparêze’
 
Solmaz, bal kişand li ser polîtîkayên bêcezahiştinê yên li hember jinê û got ji ber kiryar nayên cezakirin qetilkirin û êrîşên li ser jinê zêdetir dibin. Solmaz, diyar kir ku ger ji kiryarên jinan re cezayê pêwîst bihata dayîn dê pêşiya van bûyeran jî nehata vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev kiryarên ku çend mehan di girtîgehê de dimînin piştre tên berdan û dîsa êrîşê jinan dikin û qetil dikin. Kiryarên ku qetil dikin divê cezayê herî giran bigirin. Ji ber daraz cezayê giran nade wan ev yek pêşiya van bûyeran vedike. Berê li Panosê bûyerên bi vî rengî tunebûn. Di van demên dawiyê de gelek zêde bûne. Bûyerên bi vî rengî her roj her ku diçe zêdetir dibe. Divê em jin li hember van êrîşan zêdetir hêza xwe bikin yek. Îro ger ku jinek tê qetilkirin divê em hemû jinên din ji bo wê bibin yek û dengê xwe bilind bikin. Îro ger ku qetilkirin û êrîşên li dijî jinê zêde bûne ji ber darazê ye. Ger ku darazê jin biparasta û ceza bidaya kiryaran dê qirkirina jinê ev qas zêde nebûya. Divê em li her derê li hember van êrîşan xwe bi hêz bikin.”
 
‘Têkoşîna jina rêxistinbûyî em ê li her derê belav bikin’
 
Solmaz, destnîşan kir ku armanca pergala desthilatdar ew e ku dixwaze jinê di malê de hepis bike û pêşiya jinê bigire. Solmaz, bi lêv kir ku desthilatdara mêr, dixwaze jinê di malê nava çar dîwaran de bigire û got: “Lê belê em jin destûrê nadin vê yekê û çi ji destên me bê em ê bikin. Li hember vê yekê em xebatên malan, dema ku dimeşînin ji jinan re behsa vê yekê jî dikin. Em ji jinan re jî dibêjin destûrê nedin ku ser van bûyeran bên girtin û werin bi xwe van bûyeran vebêjin. Lê ji ber civaka feodal û zextên mêran û polîtîkayên dewletê, nikarin dengê xwe derbixin. Ew nikarin derbikevin û dengê xwe bigihînin, lê em diçin cem wan û dibin dengê wan. Her wiha li vê derê jinên ku ji aliyê mêran ve tên qetilkirin di bin navê întîxarê de tên veşartin. Em ê têkoşîna jina rêxistinkirî li her derê belav bikin û em ê li cem hemû jinan bin.”