Li Şakran û Kiriklarê tabloya binpêkirina mafan: Tecrîd giran dibe

  • 09:03 5 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Parlamentera HEDEP’ê Burcugul Çubuk ku çû serdana girtîgehên Şakran û Kiriklarê, tabloya binpêkirina mafan vegot û daxwaza girtiyan ya ku bila tecrîda Îmraliyê bikeve rojevê anî ziman.
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Berna Çelîk li Girtîgeha Şakranê lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin. Her wiha ji malbatan jî di vî alî de serlêdan hatibûn kirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê  (HEDEP) a Îzmîrê Burcugul Çubuk, hefteya borî çû Girtîgeha Jinan a Şakranê û Girtîgeha Buca Kiriklar. Burcugulê der barê her du girtîgehan de jî agahî da û da zanîn ku girtiyan xwestine ku tecrîda Îmraliyê bikeve rojevê.
 
‘Sewqan taloqî dîrokên dereng dikin’
Burcugulê da zanîn ku di dema sewqkirina nexweşaneyan de rîng tên bikaranîn û ev ji bo nexweşên dil bi rîsk e û wiha got: “Ji ber gelek dihejin girtiyên nexweşên dil nikarin hilma xwe bigirin. Li aliyê din jî bi hinceta ku personelên cenderme yên ji ewlehiyê peywirdar kêm in kêm dibin nexweşxaneyan. Hejmara girtiyan zêde ye û randevuyan didin dîrokên dereng. Dewlet ji sala pêş de hewl dide 20 girtîgehan vebike. Di hundir de hezar û 600 hezar, 700 girtî hene. Di odeyan de herî zêde 10 kes dimînin. Du ranza odeyan teng dike. Ya sêyemîn dema têkevê cih namîne. Bi 10 pirtûkan sînorkirin anîne.”
 
Pirtûkên Kurdî dernaxin derve
 
Burcugulê der barê binpêkirinan de nirxandina xwe wiha domand: “Mesîl Demîralp ku wergera pirtûkan dike, bi hinceta di pirtûkan de tiştên din dinivîse hatiye derxistin. Ev pirsgirêk dikarin bên çareserkirin. Li qawişan lêgerîn tên kirin. Yek a giştî ya din a beş bi beş. Armanca van lêgerînan çewisandin e. Berê kesê dihatin girtîgehê yên hatibûn surgunkirin kovarên wan dihatin desteserkirin. Lêpirsîn dihat vekirin. Armanca wan jiyanê rawestînin. Tecrîdê giran bikin.”
 
‘Mafê girtiyan tê astengkirin’
 
Burcugulê destnîşan kir ku li Şakranê hucreyên ku girtiyên muebetê lê dimînin rewşa wan nebaş e û wiha vegot: “Hucre cihên wisa ne ku cih tune mirov tiştekî bikin. Di heman lavaboyê de dest û rû tê şûştin, firaq tên şûştin. Alavê paqajiyê yên din li wir tên bikaranîn. Mafê tenduristiyê tê binpêkirin. Mirov nikarin gava xwe biavêjin. Bi sînor derdixin hewadankê. Ji derve alavên kirtasiyeyê nayên girtin. Ji kantînê tên girtin. Pênûsên boyaxê nagirin hundir. Pirtûk tenê bi kargoyê dikarin bên şandin.”
 
‘Li Edliyan koletî tê fezkirin’
 
Burcugulê balkişand ser rewşa girtiyên edlî jî û wiha got: “Ji bo edliyan rewş cuda ye. Ji bo xwedîbûn û avê jî divê bixebitin. Pedên ku Wezareta Dadê dişîne jî dibêjin dema ku bexş bê wê bidin. Hewcedariyên jiyanî nadinê. Ji ber vê koletî li girtiyên edlî tên ferzkirin. Ev cih ji bo nexweşan nebaş in. Alavên paqijiyê kêm in. Ji bo 10 odeyî herî zêde 5 paspasan didin. Dema qelebalix bin ava germ jî têr nake. Girtiyan sewqî bajarên dûr dikin. Malbatên girtiyan her tim nikarin biçin cihên dûr. Rewşa girtîgehên Tirkiyeyê ev e.”
 
‘Tecrîdê bandor li ser edliyan jî kiriye’
 
Burcugulê destnîşan kir ku piştî erdhejê li Hatayê di girtîgehê de serhildan derketibû û wiha domand:"Girtiyên edlî yên hatibûn surgunkirin tevî berat kirine lêpirsîna wan didome û nayên berdan. Bi girtiyên muebeta giran re li heman qawişê dimînin. Du hefteyan carê yek hevdîtina vekirî yek jî ya girtî heye. Du mafê telefonê hene. Hewadank jî saetek e. Bi vî awayî tecrîdê giran dikin. Ligel vê gelek girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş nayên berdan. Bi raporên ATK'ê  bertana wan tên astengkirin. Ji aliyê dadgeha înfazê ve şort û tîşort tên qedexekirin."
 
‘Lêgerîna tazî ya sîstematîk’
 
Burcugulê diyar kir ku li girtiyên jin lêgerîna tazî tê ferzkirin û  her wiha ji bo qawişên edlî û cemaetê jî her tim dermanên psîkiyatrî tên dayîn û girtiyên siyasî jî sewqî bikaranîna van dermanan dikin. Burcugulê nirxandina xwe wiha domand: “Hemû girtiyên jin ên min pê re hevdîtin kir bi moral bûn. Tevî tecrîdê bi moral bûn. Li her girtîgehê der barê pirtûkan de sînor heye. Tevî wesayîtên rîngê yên nû hene bi wesayîtên rîngê yên kevn dibin nexwşxaneyan. Ev rîng jî gelek nebaş in. Girtî dibêjin dema rewşek lezgîn tunebin naxwazin biçin nexwşxaneyan. Girtiyê hatine surgunkirin jî bi biryara wezaretê tên tecrîdkirin. Ewlehiya canê girtiyan tune ye. Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin.”
 
Burcugulê bi lêv ku alavên ku malbatên girtiyên li Kiriklarê dişînin nayên girtin û girtiyan neçarî kantînan dikin.
 
‘Divê tecrîd bibe rojev’
 
Burcugulê diyar kir ku divê tecrîd bibe rojev û wiha dawî lê anî: “Daxwaza girtiyan ev bû tecrîda li Îmraliyê zêdetir bikeve rojevê. Li girtiyan ferz dikin ku derbasî qawişên serbixwe bibin. Rewşa girtiyên nexweş û girtyên din em ê bibin rojeva meclîsê. Em ê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bişopînin. Girtiyan got divê têkoşîn bê mezinkirin û tenê bi girtiyan sînor nemîne.”