Li welatên Ewropayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan stand hatin danîn

  • 21:09 4 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de li Duîsbûrg, Dortmûnd û Sydneyê stand hatin danîn.
 
Li bajarê Dortmûnd a Almanyayê, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rozerîn ve li ber HBF a Almanyayê stand hate danîn.
 
Kesên serdana standê kirin der barê tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî de hatin agahdarkirin. Di çarçoveya çalakiya standê de diyariyên biçûk ên bi nivîsên zimanê Elmanî yên têkildarî xebatên Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan li ser Şoreşa Jinê, Ekolojî û Konfederalîzma Demokratîk li derdor hatin belavkirin.
 
Sydny
 
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” kon û stand hatin danîn.
 
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hat organîzekirin û der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de agahî hatin dayîn. Di çalakiyê de her wiha pirtûk hatin nasandin û belavok hatin belavkirin.
 
Duîsburg
 
Li bajarê Duîsbûrg a Almanyayê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel ve stant hate danîn. Li standa ku li ber Forûma Dûîsbûrgê hate danîn, tevî broşurên jiyana Abdullah Ocalan vedibêje, broşurên danasîna Konfederalîzma Demokratîk û Têkoşîna Jinên Kurd jî hatin belavkirin.
 
Di çalakiyê de li dijî tecrîda Îmraliyê agahî hatin dayîn, timî belavokên bi deng jî hat xwendin.