26’emîn Komcivîna Stargehên Jinan pêk hat

  • 18:54 4 Mijdar 2023
  • Rojane
ÎZMÎR - 26’emîn Komcivîna Navendên Şêwirmendî û Stargehên Jinan bi dirûşmeya ‘cîhanek bê stargeh’ bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê ve li Îzmîrê pêk hat.
 
Bi daxwaza ‘cîhanek bê stargeh’ di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tûndiya li ser Jinê ya Navneteweyî, di 1998’an de Komcivîna Navendên Şêwirmendî û Stargehên Jinan pêk hatibû û ya 26’emîn jî li Îzmîrê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê ve pêk hat.
 
Nêzî 30 pêkhate û ligel vê rêxistinên jinan û aktîvîstên serbixwe yên jinan tevli bûn. Dirûşmeya îsal a komcivînê ‘pêşîgirtina tundiya mêr a li ser jinê’ bû. Di komcivînê de der barê pêşîgirtina tundiyê de nîqaş hatin meşanidn. Komcivîn wê 5 û 6 Mijarê de jî bidome û bi awayekî ji çapemeniyê re girtî wê atolye pêk bên. Roja dawî jî wê encamname bê xwendin.