Sultan Yaray banga beşdariya ji bo konferansê kir

  • 09:27 4 Mijdar 2023
  • Ramyarî
 
 
AMED - DBP'ê berî Kongreya xwe ya Awarte hemû gel vexwend konferansa wê sibehê li Amedê bê lidarxistin. Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray banga beşdariya ji bo konferansê kir
 
DBP'ê berî Kongreya xwe ya Awarte hemû gel vexwend konferansa wê sibehê li Amedê bê lidarxistin. Wê di 12'ê Mijdarê de li Enqereyê kongreya awarte ya DBP'ê bê lidarxistin. DBP wê berî kongreyê di 5'ê Mijdarê de li Amedê bi dirûşma "Bi civaka rexistinkirî ber bi jiyana azad ve" bi tevlîbûna gel konferansê li dar bixe. 
 
'Wê tecrîd mijara me ya sereke be'
 
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray da zanîn DBP bi awayekî xurt xwe bi rêxistin dike û got:"Ne tenê li Amedê em ê li her derê Kurdistanê belav bibin. Wê tecrîda li ser Abdullah Ocalan mijara me ya sereke be. Ji ber tecrîd dewam dike şer jî kûrtir dibe û bandorê li gel dike. Ji bo şer bi dawî bibe divê tecrîd rabe. Ji bo mafê ziman, ji bo xwezayê û ji bo gelê kurd û gelên bindest divê tecrîd rabe."
 
'Hêviya gel ji me heye'
 
Sultanê bi lêv kir ku piştî di 22'yê Cotmehê de kongreya xwe li dar xistine gelek kes hatine serdana wan. Sultanê da zanîn hêviya gel ji wan heye. Sultanê da zanîn ew difikirin ku wê konferansa wan a Amedê jî bi coş derbas bibe. 
 
Banga ji bo konferansê
 
Sultanê ji bo konferansa 5'ê Mijdarê wiha ba gel kir:"Ji bo konferansa 5'ê Mijdarê ya li Amedê em hemû gelê xwe vedixwînin. Bila her kes bi kincên xwe yên kurdî tevlî konferansê bibin. Bila gel fikrên xwe bi awayekî azad bibêjin. Werim em bi hev re stranên xwe bêjin em bibin yek em bi hev re parve bikin û li azadiya xwe xwedî derkevin."