Xizmên girtiyan: Em girêdayî têkoşîna Abdullah Ocalan in!

  • 09:10 4 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
STENBOL- Xizmên girtiyan diyar kirin ku heta girtiyek li girtîgehan bimîne wê têkoşîna xwe bidomînin û gotin heta  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad nebe pirsgirêk çareser nabin. Xizmên girtiyan banga hestiyariyê li hemû malbatên girtiyan û rêxistinên demokratîk kirin.
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçe giran dibin û desthilatdarî polîtîkaya çewisandin û ferzkirina ‘poşmaniyê’ dimeşîne. Li girtîgehên ku veguherîna qada îşkenceyê, binpêkirinên mafan derketine atsa herî jor. Her wiha tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî bandor li ser hemû girtîgehan û civakê dike. Bi qedexe û hincetên cuda malbatên girtiyan nikarin hevdîtinan bikin. 
 
Xizmên girtiyan der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de axivîn.
 
Tahliyeya girtiyê 30 sal e girtî ye hat astengkirin
 
Alî Şen li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye. Hevjîna Alî Şen, Dondu Şen da zanîn ku  Alî Şen 30 sal e girtî ye û tevî meha borî cezayê wî qedyaye nehatiye tahliyekirin û got: “Binpêkirinên mafan gihiştine asta herî jor. Pirsgirêkên li girtîgehan pir zêde ne. Înfaz tên şewitandin, girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyan, dema dibin bi kelepçeyan dibin. Ji bo biçin nexweşxaneyê girtî bi mehan tên sekinandin. hevjînê min nexweşe. Ba û nexweşiya masûlkeyê lê peyda bûye. Divê dermankirina fîzîkî û emelyat bibe. Ne tenê hevjînê min, em ji gelek girtîgehan heman tiştî dibihîzin.”
 
Bi berxwedanê bersivê didin
 
Donduyê wiha anî ziman: “Hema hema her roj bi ser koxuşa wan de digirin. Poşmanî li hevjînê min ferz kirine. Jê re gotin ‘tu çima girtî ye tu poşmanî an na’. Tevî cezayê hevjînê min qedyaye nayê berdan. 6 meh cezayê wî dirêj kirine. Bi hincetên vala înfaza dişewitînin. Bila dawî li van binpêkirinan bê. Ji bilî berxwedanê tiştek ji destê me nayê. Em hene û em ê hebin.”
 
Li girtîgehên Tîpa S û Y konsepta tecrîdê! 
Gulten Kahraman ku yek ji xizma girtîya ye jî da zanîn ku şertên li girtîgehan roj bi roj giran dibin û wiha vegot: “Min nizanibû Tîpên S çawa ne. Ez çûm girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê min dît ku Tîpa S çawa ye. Abîdîn Kahraman û Ozgur Çelîk ji Edîrneyê surgunê Sîncanê kirin. Odeyên yek û sê kat hene. Ode jî biçûkin. Kes hev nabîne. Di saetên diyarkirî de sê an jî çar kes tên gel hev. Herî dawî camên wan jî girtine. Zarokan ew cam û pergala kamerayê ji ber nikaribûn hilmê bigirin şikandin. Lê ceza dan.”
 
‘Me şûnde gav navêt’
 
Gultenê destnîşan kir ku zext li girtiyan tên kirin û wiha dirêjî daye: “ Her cureyê zextê dikin û dixwazin binheşiya wan jê bibin. Ez 70 aslî me. Ji 18 aslî de van polîtîkayan dibînim. Ez bi fikrên sosyalîst demokratîk mezin bûm. Her tim zext hatin kirin. Li sr ciwanan zext hatin kirin. Hewl dan ciwanan pasîfîze bikin. Dixwazin civaka li gorî xwe biafirînin lê nikarin bi ser kevin.”
 
Gultenê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dewlet bi van polîtîkayan dixwaze têkoşînê tune bike û wiha banga têkoşînê kir: “Ev polîtîka faşîzmê ya dewletê ye. Dixwazin mirovên rast û dûrist tune bikin. Bi salane vê dikin. Berpirsyariya mezin dikeve ser mile malbatan. Divê em dakevin kolanan û çalakiyan bikin. Divê çalaki bên zêdetirkirin. Dayikên Şemiyê bi salane têdikoşin. Divê em ligel hev bin. Ger ku em pasîf bin wê zarokên me bên kuştin.”
 
‘Em şûnde gavê navêjin’
 
Dayika Aştiyê, Çalakgera Nobeta Edeletê û yek ji xizma girtiyan  Feleknaz Karabaş jî nêrîna xwe anî ziman û daxuyakirin ku bi salane li dijî dijhiqûqiyê têdikoşin. Feleknazê wiha anî ziman: “Me tu carî ji têkoşîna xwe şûnde gav navêt. Bi salane  xizmên me girtî ne. Tên surgunirin. Hevjînê min 7 sale girtî ye. Îşkenceyê li girtiyan dikin. Li hevjînê min îşkenceyên giran kirin. Ji ber darbeyên ji serê xwe girtiye niha nexwşee. Ji ber aboriyê ez nikarim her tim biçim hevdîtina hevjînê xwe. Hem dixebitim hem jî li zarokên xwe dinerim. Em dayik li hre qadê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji serokatiya me 33 mehe agahî nayê girtin. Bila deriyên girtîgehan vekin. Em girêdayê têkoşîna Abdullah Ocalan in. Heta Abdullah Ocalan azad nebe wê pirsgirêk jî çareser nebin.”