‘Çareserî ne bêdengkirina xwendekaran guhdarkirina wan e’

  • 09:01 4 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
AMED - Xwendekar Zeren Ertaş ku di  encama ketina asansora yurda KYK’ê de jiyana xwe ji dest da, rewşa şert û mercên perwerdê dîsa anî rojevê. Hevseroka Şaxa hejmar Yek a Egîtîm Sen a Amedê Emîne Akşahîn diyar kir ku li şûna ku xwendekar bên çewisandin, bêdengkirin divê  bên guhdarkirin û ji bo çareseriya pirsgirêkên wan gav bên avêtin.
 
Li navçeya Efeler a Aydinê li Yurda Xwendekarên Keç a Guzelhîsar a KYK’ê di 25’ê cotmehê de asansor ketibû û xwendekara zanîgneha Adnan Menderes jiyana xwe ji dest dabû. Bertekên li dijî bûyerê didomin û fikar û tirsên xwendekarên li yurdan dimînin jî zêde bûn. Piştî mirina Zerenê, xewndekaran diyar kirin ku li yurdan îhmalkariyek mezin heye û pirsgirêkên dijîn tînin ziman. Piştî mirina Zerenê, bûyereke dişibe vê li yurda KYK ya Fatsa a Orduyê di 30’ê cotmehê de pêk hat. Asansor qetya û ji katê çaran de ket. 4 xwendekar rakirin nexwexanê.
 
 Hevseroka Şaxa hejmar Yek a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Amedê Emîne Akşahîn der barê pirsgirêkên xwendekaran de axivî.
 
'Li yurdan mirin zêde bû'
 
Emîneyê da zanîn ku li yurdên dewletê mirin zêde bûye, der barê pêşerojê de hêviya ciwanan nemaye û got: “Ev rewş ciwanan ber bi întîxarê ve dibe. Di demên dawî de întîhar jî zêde bûne. Xwendekar Zeren di encama ketina asansora yurda KYK’ê de jiyana xwe ji dest da. Tevî ku xwendekaran çend hefte beriya bûyerê ragîhandibûn ku asansor xerabe ye jî di vê mijarê de gav nehatibû avêtin. Mixabin ev bû sedema jiyana xwendekarekê û birîndarbûna 15 xwendekran. Her wiha di nava rojê de tê dîtin ku bi dehan carî ev asansor tê bikaranîn. Tevî vê mudaxale nakin.”
 
‘Girîngiya ku desthilatdarî dide xwendekaran ev e’
 
Emîneyê bi lêv kir ku dewlet li yurdên xwe girîngiyê nade xwendekran û wiha dirêjî daye: “Yurdên Krediyê aydê dewletê ne. Bi hezaran xwendekar ji bo li wan yurdan bimînin dikevin dorê. Em dizanin ku ciwan ji bo wan yurdan hewl didin. Ji ber ku yurdên dewletê ne. Lê mixabin destihladarî girîngiyê nade xwendekaran. Di encama van bûyeran de her tişt dertê holê.”
 
‘Dîsa xwendekar hatin sûcdarkirin’
 
Emîneyê destnîşan kir ku bersiva berpirsyaran a ji bo bûyera hatiye jiyîn dane şaş e û wiha vegot: “Dewletê bersivên wekê ku bûyer ji derveyê wan pêk hatiye dan. Daxuyaniyên ku berpirsyarî xistin ser milê xwendekaran dan. Ji aliyê midûrên yurdê û berpirsên yurdê ve  xwendedkar sûcdar hatin dîtin. Piştî Zerenê li her derê çalakî hatin kirin. Xwendekar fikarên xwe tînin ziman. Diyar dikin ku mobîng û tacîz li wan tên kirin, cihê starbûnê tune ye. Ciwanên me di vê pêvajoyê de hinek din denge xwe bilind kirin û serî hildan. Ez bang dikim ku divê demildest dest ji van polîtîkayên çewisandin û êrîşan berdin. Li şûna xwendekar bên tirsandin û çewisandin divê bên guhdarkirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên wan gav bên avêtin.”