Ji SMJÊ’yê der barê keça Êzidî de daxuyanî

  • 23:50 3 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî ragihand ku AKP-MHP serkêşiya DAIŞ’ê dikin û wiha got: “Em ji ber rewşa keça Êzidî ya ku ji hêla dadgeha Tirk ve radestî DAIŞ’ê hatibû kirin, gelekî bi hêrs in.”
 
Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) der barê keça Êzidî ya ku li Tirkiyeyê radestî DAIŞ’ê hatibû kirin daxuyanî da. SMJÊ diyar kir ku ev demeke rewşa zarokek keç a Êzdî ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin li Tirkiyê derketiye û wiha got: “Em weke Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî ji ve rewşa keça Êzdi gelek bi hêrs in. Xwediderketina vê keça Êzdî li Tirkiyeyê û nezikbûna edaleta dewleta Tirk ji vê bûyerê re ji bo me ne xeribe.”
 
Daxuyaniya SMJÊ wiha ye: “Rewşa keça Êzdî ku eşkere ji aliyê dadgeha Tirk ve radesti malbatên çeteyên DAIŞ’ê hatiye kirin me matmayî nehiştiye. Ev kiryar û dijminatiya dewleta barbar a Tirk mixabin me matmayî nahêle. Ji ber ku di esasê xwe de her dem û di nava her fermanan de rasterast cih girtiye û bi hemû durûtiya xwe hewl daye civaka Êzdî tune bike. Rewşa vê keça Êzdî dîsa dide xuyakirin ku rêveberiya AKP-MHP’ê hevkar û pêşengtiyê ji van sûcên dij mirovahiyê re dikin. Berê jî gelek agahî der barê kesên Êzdî yên ku hatine revandin li Tirkiye derketine gihîştin ber destên me. Ev ne cara yekemîne ku me eşkere kiriye ku Êzdiyên dîlgirtî li Tirkiyeyê tên girtin.
 
‘AKP-MHP serkêşê DAIŞ’ê ye’
 
Herkes baş dizane ku rejima AKP-MHP’ê îro li Tirkiyê serkêşê DAIŞ’ê bi xwe ye. Tişta ku DAIŞ li Şengalê dest pê kiribû, îro rejima Erdogan û DAIŞ eşkere bi hev re berdewam dikin. Em weke SMJÊ dibêjin û bang li hemû rêxistinên jinan, hemû kesên xwedî exlaq û wijdan û bi taybet civaka Êzdî dikin ku li hember vê qirkirinê û li hember ve bê edaletiyê rabin. Divê keça Êzdî bi awayekî ewle radestî malbata wê were kirin. Heta ku ev keça ciwan rizgar bibe û ewlehiya wê misoger bibe, em ê hemû derfetên xwe yên hiqûqî bi kar bînin û tekoşînê bilind bikin.”