Gumanbarên destdirêjî li Esra Y. kirin berat kirin

  • 18:06 3 Mijdar 2023
  • Hiqûq
COLEMERG – Heyeta dadgehê der barê sê mêrên bi navê Veysî, Zahîr û Nîhat Yilmaz yên di 27’ê Gulana 2016’an de li Şemzînanê destdirêjî li Esra Y. ya 11 salî kiribûn, biryara beratê da.
 
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di 27’ê Gulana 2016’an de mêrên bi navê Veysî, Zahîr û Nîhat Yilmaz destdirêjî li Esra Y. ya 11 salî kiribûn.Piştî zarokên bûyer ji xizmên xwe re got sê gumanbar hatin girtin û doz li Dadgeha Ceza Giran a Geverê hat dîtin. Ji bo sê gumanbarî ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’, ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’ her yeke 42sal ceza hat dayîn. Gumanbaran serî li Dadgeha  Îstînafê ya herêmê dan. Cezayê wan hat xerakirin û ji nûve hatin darizandin.Gumanbar ji ber qelsiya delîlan 8 meh şûnde hatin tahliyekirin. Piştî tahliyekirinê 11 roj şûnde Esra Y. întîxar kir. 10’emîn runiştina doza darizandina jinûve li Dadgeha Ceza giran a Geverê hat dîtin.
 
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP), endamên komîsyona mafê zarok û jinan a baroyên Colemêrg, Wan, Mersîn, Antalya û Stenbolê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Mersîn, Colemêrg û Wanê û gelek komeleyên jinan tevli bûn. Balkêş bû ku cigirê Waliyê Colemêrgê jî tevli bû.
 
Biryara beratê hat dayîn
 
Gumanbar Veysî, Zahîr û Nîhat Yilmaz tevli runiştinê nebûn. Piştî tespîtkirina nasnameyan runiştinê destpê kir.  Ewil birayê Esrayê, Omer Y. mafê axaftinê girt û ji bo hemû rêxistin û saziyên tevli runiştinê bûne spas kir. Ji ber vê spasiyê hîna Omer Y. gotina xwe neqedandibû, ji aliyê serokê dadgehê ve bi îdiaya ‘pergala dadgehê xera kiriye’  hat derxistin. Parêzerên îtîrazê vêkirin, li dijî vê helwesta dadgehê biryar girtin ku tevli runiştinê nebin. Heyeta dadgehê piştî biryar anavberê şûnde der barê mêrên gumanbar de biryara beratê da