Rêxistinên navneteweyî ji bo siyasetmedarên Kurd azadî xwestin

  • 17:54 3 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Rêxistinên mafê mirovan yên navneteweyî ji bo berdana siyasetmedarên Kurd yên di 4’ê Mijdara 2016’an de hatin girtin bang kirin.
 
Rêxistinên Şopandina Mafê Mirovan, Projeya Piştgiriya Dozên Mafê Mirovan ên Tirkiyeyê, Komîsyona Hiqûqnasên Navnetweyî û Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî ji bo siyasetmedarên Kurd yên di 4’ê Mijdara 2016’an de hatibûn girtin daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku divê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêk bê û Tirkiye li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere, hevserokên giştî yên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş demidlest bên berdan.
 
Di berdeamiya daxuyaniyê de hat gotin ku siyasetmedar bi îdiayên ‘kuştina mirovan’ binpêkirina yekitiya dewletê’ hatine sûcdarkirin û got divê demildest ji bo siyasetmedaran edelet pêk bê.
 
‘Divê berpirsyarî bên cih’
 
Dîrektorê Asya Navîn û Ewropayê ya Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan Hugh Wîllîamson bi lêv kir ku Tirkiye qanûnên navneteweyî pêk nayne siyasetmedar bi awayekî dijhiqûqî hatine girtin.
Dîrektorê Bernameya Asya Navîn û Ewropayê ya Komîsyona Hiqûqnasên Navnetweyî Temur Shakîrov jî anî ziman ku armanca van dozan siyasiye.
 
Ji bo Komîteya wezîran bang
 
Cigira Serokatiya Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî Reyhan Yalçindag jî got divê Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran ji bo bidawîbûna binpêkirina mafan demildest bikeve tevgerê. 
Dîrektora Projeya Piştgiriya Dozên Mafê Mirovan a Tirkiyeyê Ayşe Bîngol Demîr jî bang li komîteya wezîran kir ku kontrolên xwe zêde bikin.