Li Dêrikê mirina bi gûman a zarokekê

  • 16:39 3 Mijdar 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Dêrikê Îrem Aksu ya 16 salî di hewşa mala xwe de bi awayê gûmanbar mirî hat dîtin.
 
Xwendekara lîseyê Îrem Aksu (16) a li gundê Xanika ya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, di hewşa mala xwe ya gund de  bi awayê gumanbar mirî hat dîtin. Piştî kesên derdorê agahî dan ekîbên tenduristiyê, cenazeyê Îremê bi ambûlansa ku hat cihê bûyerê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê.
 
Hat hînbûn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin, tê îdiakirin ku li îremê întîharhatiye ferzkirin.