‘Li hemberî binpêkirina hiqûqê bêdeng nemînin'

  • 16:36 3 Mijdar 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Rêxistinên hiqûqê ji bo siyasetmedara girtî Gultan Kişanak û Parlamenterê TÎP'ê yê girtî Can Atalay daxuyanî dan û gotin, "Çi bi kêfî  yan jî ji bo berjewendiyên desthilatdariya siyasî em nikarin li hemberî binpêkirina hiqûqê bêdeng bimînin."
 
 Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqa Civakî, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê û Piştevaniya Hiqûqnasan û Hiqûqnasên ji bo Edaletê ji bo berdana siyasetmedara kurd Gultan Kişanak ku cezayê herî dirêj ê girtîmayînê tije kiriye lê nayê berdan û Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay, li pêşiya edliyeya li Sihhiyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi hiqûqê bikin û Can Atalay û Gultan Kişanak berdin” hate vekirin. 
 
Parêzer Dogan Erkan daxuyaniya hevpar xwend. Dogan, biryara binpêkirinê ya AYM’ê ji bo Can Atalay bi bîr xist û wiha got: “Di pêvajoya darizandinê de gelek derhiqûqtî hatin kirin û niha jî bi biryara AYM’ê nakin û van binpêkirinan didomînin. 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê Can Atalay teyliye nekir û li şûna şandeyê bi îmzeya serokê dadgehê dosya şandin Dadgeha Bilind. Ya ku ev dadgeh dike, sûcên ‘Şexs ji azadiya xwe bêpar hiştiye’ û peywira xwe xerab bi kar anî” dike. Daraz, alî digire û ev jî mînakeke şênber e. Em jî ji bo li dijî vê binpêkirinê dengê xwe derxînin li vir in.”
 
Dogan, da zanîn ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak jî rastî heman bêhiqûqtiyê hatiye û wiha bi dawî kir: “Dema girtîmayîna Kişanak temam bûye. Gultan Kişanak di 25’ê cotmeha 2016’an de hate binçavkirin û di 30’ê cotmeha 2016’an de hate girtin. Li gorî CMK’ê dema girtîmayînê tije kiriye û divê were berdan lê biryara tehliyeyê nehat dayîn. Ji ber vê rewşê serî li AYM’ê hatiye dayîn. Xalên qanûnan eşkere ne û divê Kişanak û Atalay tavilê bên berdan. Em nikarin li dijî vê keyfiyeta hiqûqî ya îktîdarê bêdeng bimînin.”