Freedom House serdana MKG û DFG'Ê kir

  • 14:21 3 Mijdar 2023
  • Rojane
 
AMED - Rêveberên Herêmî yên Freedom House serdana MKG û DFG kirin û li zehmetiyên rojnamegerên Kurd dikişînin guhdarî kirin.
 
Rêveberên Herêmî yên Freedom House serdana Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) kirin. Kesên hatin serdanê ji aliyê yek ji damezrînerên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, Hevserokê DFG Serdar Altan û edîtorên Rojnameya Xwebûn, JINNEWS û Ajansa Mezopotamya (MA) ve hatin pêşwazîkirin. Li gel endamên Freedom House Hevserokê Komeleya Lêkolînên Medya û Lêkolînên Hiqûqî (MLSA) Veysel Ok jî tevli serdanê bû.
 
Rêveberê bernameyên Avrasya yê Freedom House Eurasia Marc Behrendt, axivî û diyar kir ku ew rêxistineke ku ji bo piştevaniya demokrasî û mafên mirovan li cîhanê dixebitin û di warê zanista bernameyan de jî xwedî bername û xebatin.
 
'Rojnamegerên kurd bedelên giran didin'
 
Hevserokê DFG'ê Serdar Altan jî diyar kir ku rojnamegerên kurd berdêlên giran dan û got, “Ev zext piştî 30 sal derbas bûn jî neguherî. Dibe ku em niha li kolanan nayên qetilkirin, lê rojnameger bi girtin û astengkirina karê xwe re rûbirû man. Hewl dan rojnamegeriyê biqedînin. “Ji ber israra rojnamegerên kurd ên di pîşeyê xwe de her carê zext tên beralîkirin. "
 
Serpêhatiyên rojnamegerên jin hatin vegotin
 
Yek ji damezirînerên MKG'ê Roza Metîna jî bal kişand ser ajanasa Jinan a JINNEWS'ê û MKG'ê ku avakirina xwe nû ragihand û zextên li ser rojnamegerên jin bi bîr xistin. Roza der barê xebatên MKG'ê de jî agahî dan heyetê.
 
Girîngiya li ser hevgirtinê
 
Edîtorê MA'yê  Azad Altay jî diyar kir ku her ku zextên li ser civakê zêde dibin zextên li ser rojnamegeran jî zêde dibin. Azad her wiha bal kişand ser girîngiya piştevaniê bi rojnamevanên Kurd re.
 
Der barê binpêkirinên mafan de agahî parve kirin
 
Parêzer Resûl Temûr ku herî dawî di serdanê de axivî, der barê binpêkirinên mafan ên li dijî  rojnamegeran û nedayîna alavên wan di dema binçavkirinê de. Herwiha Resûl raporên dozên rojnamegeran ên ku amade kiribûn ên bi nivîskî ji heyetê re pêşkêş kirin.