Nergis Muhammedî ji ber ku serê xwe girêneda neşandin nexweşxaneyê

  • 12:57 3 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nergis Muhammedî ya ku li Îranê girtî ye û xelata mafên mirovan a Nobelê wergirt ji ber ku serê xwe girêneda wê sewqî nexweşxaneyê nekirin.
 
Parêzvana mafên mirovan Nergis Muhammedî li Îranê girtî ye û îsal ew hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dîtin. Malbata Nêrgisê daxuyand ku ji ber serê xwe girênedaye û red kiriye wê sewqî nexweşxaneyê nekirine. Nergis Muhammedî ya 51 salî li Girtîgeha Evînê ya Tahranê girtî ye û hat ragihandin ji ber nexweşîna dil ew li nexweşxaneyê bê tedawîkirin. Malbata Nêrgisê daxuyaniyek nivîskî li ser medya dîjîtal belav kir û got: “Rêveberiya girtîgehê dibêje ji bo girtî sewqî nexweşxaneyê bên kirin, mecbûr in şalpeyê bidin serê xwe.” 
 
Malbatê da zanîn ku rewşa jiyana keça wan di bin xetereyê de ye û divê ku Nergisê bi awayek lezgînî û tavilê sewqî nexweşxaneyê bê kirin û anjiyo bibe. Malbatê diyar kir ku li girtÎgehê komek jin li dijî nebirina Nergisê ya nexweşxaneyê çalakiyên protestoyî li dar dixin.
 
Tevî daxuyaniya malbatê jî rayedarên li Tahranê tu daxuyaniyek fermî nedan.