Hewl dan destdirêjiya li hember zarok veşêrin!

  • 09:13 3 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
ERZIROM - Li navçeya Xoresanê hat zanîn mêrê bi navê Kadîr Aras dest dirêjî zarokekî kiriye û li dijî vê yekê zarok parastina rewa kir û kiryar birîndar kir. Di heman demê de Teşkîlata Navçeyê ya AKP'ê ya Xorosanê jî hewl dide ku ser bûyerê bigire.
 
Li navçeya Xoresan a Erziromê hat zanîn destdirêjî li zarokekî hatiye kirin. Derket holê ku mêrê bi navê Kadîr Aras ev 2 sali in destdirêjiyê li zarok dike. Bûyer 4 roj berê derket holê. Li gor agahiyên ku ji malbata zarok hat girtin ev destdirêjî ev du sal in bi awayekî sîstematîk dewam kiriye û ji ber zarok tirsiyaye nekaribûye ji malbata xwe re bibêje.
 
Destdirêjiya sîstematîk û parastina rewa
 
Li ser bûyera ku qewimî beriya 4 rojan zarok bi amûreke birînê, kiryar birîndar kir û parastina rewa kir. Di heman demê de hat zanîn ku kiryarê ku birîndar bûye niha li nexweşxaneyek Erziromê di bin tedawiyê de ye. Piştî ku bûyer derket holê şûnde îfadeya zarok û malbata wî hat girtin. Zarok di îfadeya xwe ya emniyetê de destnîşan kir ku kiryar du sal in destdirêjiyê li wî dike û ji ber ku êdî li hember destdirêjiya ku didome nekarîbûye bêdeng bimîne kiryar birîndar kiriye. Di heman demê de malbata zarok jî kiryar gilî kirin. Her wiha kiryar ji ber ku hîn di nexweşxaneyê de di bin tedawiyê de ye nehatiye girtin.
 
Îdîaya destdirêjî kesên dinê jî kiriye
 
Her wiha li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hat girtin, hat îdîakirin ku kiryar berê jî destdirêjiyî 4 kesan kiriye û ser bûyeran hatiye girtin.
 
Hewl dan ser bûyerê bigirin
 
Piştî ku bûyer derket holê şûnde partiyên siyasî bi malbatê re ketin têkiliyê û xwestine bibin şopdarê bûyerê û dozê. Li gor agahiya ku hat girtin polîs li malbata zarok geriyaye û gotina “Partiyên siyasî çima li we digerin” bi kar aniye û vê yekê bal kişand. Her wiha birayê Serokê Şaredariya Xoresanê yê AKP’ê Abdulkadîr Aydin, Melîk Aydin, Serokê Teşkîlata Xoresanê yê AKP’ê Recep Karataş û endamên Meclîsa Şaredarî herdu malbatan anîne cem hevdû û civîn li dar xistine. Di civîna ku hat lidarxistin de herdu malbat li hev anîne û hewl dane ku ser bûyerê veşêrin. Her wiha hat zanîn ku di civînê de derbarê malbata kiryar de biryara “bajêr terk bikin” hatiye girtin.