‘Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê çareseriyê bîne’

  • 09:12 3 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Elfazi Toral 
 
STENBOL - Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşci da zanîn ku bi îmzeya ku avêtine deklarasyona ‘ji bo aştiyê bang’ peyama ‘em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd’ didin û got azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê pirsgisrêkan çareser bike û banga têkoşîna hevpar li hemû kesî kir.
 
Polîtîkayên şer û êrîşan ên desthilatdariya AKP-MHP’ê li Kurdistan û Tirkiyeyê roj bi roj giran dibin û 33 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayên girtin. Tecrîda li Îmraliyê her diçe giran dibe û bertekên li dijî vê didomin. Di 28’ê Cotmehê de bi dirûşma ‘ji bo aştiyê bang’ li Otela Elîte Word a Taksîmê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. 78 kesî îmze avêt deklerasyonê û gelek siyasetmedar, akademisyen, nivîskar û hunermend tevli bûn.
 
Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşci ku îmze avêtibû deklaraysona ‘ji bo aştiyê bang’ der barê bangê de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
‘Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd’
 
Gamzeyê diyar kir ku ji her alî bi dehan kesî îmze avêtine deklarasyona ‘ji bo aştiyê bang’ û wiha vegot: “Armanca vê ev e; em li alî daxwazên gelê Kurd in û em piştgiriyê didin têkoşîna wan. Di pêvajoya dawî de şer gur bûye. Li Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li dijî Kurdan êrîş pêk tên. Li dijî vê me peyama xwe da. Ji serhildana Gazî û serhildanên gel ên li Kurdistanê heta niha zîhniyeta serdest faşîzma AKP-MHP’ê êrîşên xwe dijwar kirine. Sonda tunekirina têkoşîna gelê Kurd xwarine.”
 
‘Desthilatdarî ji ser Rêberê gelê Kurd peyamê dide’
 
Gamzeyê biryara di 2014’an de Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de hatiye dayîn bibîr xist û wiha vegot: “Bi biryara plalan têkbirinê ya MGK’ê start hat dayîn. Ji wê rojê heta niha bi taybet li herêma Rojava komkujiyên çavsor bi destê DAIŞ’ê hatin kirin. Li hember mîtîngên HDP’ê, li hember ciwanan êrîş pêk hatin. Konsepta êrîşan giran bû. Desthilatdarî ji ser Rêberê gelê Kurd xwe peyamê dide.”
 
‘Em ê di têkoşîna azadiyê de cih bigirin’
 
Gamzeyê balkişand ser deklarasyonê û got: “Me wek sosyalistên Tirkiyeyê û kesên îmze avêtine deklarasyonê xwest piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd bînin ziman.Têkoşîna gelê Kurd ji bo aştiyê ye. Em jî dibêjin ku em ligel wan e û piştgiriyê didin têkoşîna wan. Em dizanin ku siyasetmedarên Kurd bêyî sedem girtîne. Me di kongreya HEDEP’ê de jî peyama xwe ya ku em şûnde gavê navêjin û em ê têbikoşin da.Em ê bi hev re bersivê bidin tecrîda Îmraliyê û êrîşên li hember Rojava. Têkoşîna gelê Kurd ferz û rewa ye. Gelê Kurd di nokteya ku Rêbêrê wan lê ye de ne. Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek Rêber qebûl dike. Azadiya fîzîkî ya Ocalan wê çareseriyê bîne.”