Darbeya 4’ê Mijdarê: Plana têkbirinê bi armanca teslîmgirtina îradeya gel bû

  • 09:11 3 Mijdar 2023
  • Ramyarî
 
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parlamentera berê ya HDP’ê Besime Konca operasonên siyasî yên 4’ê Mijdarê nirxand û da zanîn ku armanca plana têkbirin e, teslîmgirtina îradeya gelê Kurd e û encama vê girankirina tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.
 
AKP’ê di 30’yê Cotmeha 2014’an de bi Lijneya Ewlehiya Netewî (MGK) re civînek 10 saetan pêk anî û di civînê de biryara ‘plana têkbirinê’ hat dayîn. Piştî vê operasyonên siyasî hatin destpêkirin. Di 4’ê Mijdara 2016’an de li hember HDP’ê operasyon hat destpêkirin, hevserokên giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî tê de 15 parlamenter hatin binçavkirin. 
 
Talimata darbeya siyasî
 
Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan beriya hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an got 400 parlamenterî bidin bila ev kar û bar bi aramî çareser bibe. Piştî daxwaza wî pêk nehat dest bi êrîşan kir. Di 18’ê Gulan a2015’an de li hember avahiyên HDP’ê êrîş pêk hatin. Di 5’ê Hezîrana 2015’an de li Amedê li hember mîtînga mirovahiyê ya mezin êrîşa bombeyi ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat. Tevî vê HDP’ê 80 parlamenter şandin meclîsê. Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de komkujiya Pirsûsê pêk hat.
 
Di navbera 23’yê Tîrmeh- 23’yê Cotmeha 2015’an de 127 caran êrîş li hember avahiyên HDP’ê pêk hatin. Di heman dîrokê de 2 hezar û 950 HDP’yî hatin binçavkirin. 630 partiyî hatin girtin. Di 10’ê Cotmehê de li hember mîtînga aştiyê ya Gara Enqereyê êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê pêk hat. 
 
Destnedan hatin rakirin
 
AKP’ê bi îmzeya 316 parlametnerî ji bo rakirina destnedana parlamenteriyê ket hewldanan. Piştî guherîna destûra bingehîn der barê 55 parlamenterên HDP’ê de 510 fezleke amade kir. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an  OHAL hat îlankirin. Bi KHK’yên hatin derxistin ji bo 24 şaredariyên DBP’ê qeyûm hat tayînirin.
 
Operasyona qirkirina siyasî 
 
AKP’ê di şeva ku 3’yê mijdarê bi 4’ê mijdarê ve girê dida  hevserokên giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîtaş ji malên wan  girtin. Piştî vê parlamenterên din hatin binçavkirin. Dozger û dadgerên ji bo HDP’yiyan fezleke amade kirin, li siyasetmedaran ceza barandin. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Berê Besîme Konca ku di 4’ê Mijdara 2016’an de di derketina meclîsê de hat binçavkirin der barê pêvajoyê de axivî.
Besîmeyê got 21 sal in desthilatdariya AKP’ê ji bo pirsgirêka Kurd çareser nebe her tiştî dike û got: “Operasyona 4’ê Mijdarê girêdayî plana têkbirine bû. Tasfiyeya hêzên têkoşîna gelê Kurd mijara gotinê bû. Di 2013’an de pêvajoyeke çareseriyê dest pê kiribû. Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin dihatin kirin. Ligel rola navbeynkariyê ya HDP’ê dewleta tirk bi tevgera azadiya Kurd re jî hevdîtin dikir. Dema ev hevdîtin dihatin kirin AKP’ê pêvajo tasfiye kir.”
 
‘Gava ewil li Gimgimê hat avêtin’
 
Besîmeyê daxuyakirin ku di Îlona 2014’an de plana têkbirinê ketiye rojeva AKP’ê û di 16’ê Tebaxa 2015’an de li Gimgim a Muşê qedexeyên derketina derve hatine destpêkirin û wiha vegot: “Wek rayagiştî dizane bedena tazî ya Ekîn Wan hat teşhîrkirin. Piştre di 30’yê Tebaxa 2016’an de Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin. Tayinkirina qeyûman hatin destpêkirin û piştre jî operasyona 4’ê Mijdarê dest pê kir.”
 
Peyama ‘em îradeya we nas nakin’ dan
 
Besîmeyê daxuyakirin ku ev operasyonek li dijî têkoşîna gelê Kurd bû û wiha bi lêv kir: “Berdewamiya pêvajoyê hat. Bi dehan şaredar hatin girtin, qeyûm hatin tayînkirin. Di bin navê têkoşîna bi PKK’ê re erdnîgariya Kurdan hat talankirin, komkujî hatin kirin, gelê tirkiyeyê xizan kirin. Başûrê Kurdistanê dagir kirin. Têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAIŞ’ê hedef hat girtin. Bi van operasyonan gotin em îradeya we nas nakin.”
 
‘Yek ji sedemên din hilbijartinên 7’ê Hezîranê bû’
 
Besîmeyê destnîşan kir ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê jî sedema esas a operaysonên qirkirina siyasî ya 4’ê Mijdarê bû û ev tişt anî ziman: “Hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an nîşan da ku hewce bi şer tune ye û bi demokratîkbûna Tirkiyeyê heye. HDP’ê jî bend derbas kir û 80 parlamenter şandin meclîsê. Vê jî nîşan da ku AKP bi tena serê xwe nabe desthilatdar. Ji ber vê jî ev ji bo pêşeroja xwe windahiyek mezin dîtin. Zîhniyeta mîlîtarîst ev wisa xwend û bi hêrsek mezin 4’ê Mijdarê dan destpêkirin.”
 
Rihê yekîtiya neteweyî
 
Besîmeyê bal kişand ser rihê yekîtiya neteweyî û wiha dawî lê anî: “Plana têkbirinê û polîtîkaya qirkirinê pêvajoyek e. Tirkiye îro şerê Israîl Hamasê derfet dibîne. Hakan Fîdan di 3’yê Cotmehê de got wê li dijî Rojava êrîşan bidin destpêkirin. Pergala demokratîk a Rojava hedef digirin. Li Şengalê vê dikin li Mexmûrê vê dikin. Li ku derê kurdên ku xwe bi rê ve dibin hebe, Tirkiye hema dest bi şer dike. Îro li ser Birêz Ocalan tecrîdek giran heye. Du sal in tu agahî jê nayê girtin. Fikar hene. Li ku derê pevçûnek hebe Tirkiyeyê ew derfet dîtiye. Lê ya girîng ev e ku divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi rihê yekitiya neteweyî vê pêşwazî bike.”