‘Gelo dengê me wê kengî bê bihîstin’

  • 09:09 3 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Cemal Tanhan ku 29 sale girtî ye rewşa wî her diçe giran dibe. Keça Cemal Tanhan, Ayşe Tanhan banga hestiyariyê li rayagiştî kir û got: “Gelo dema bavê min bimre wê denge me bê bihistin.”
 
Girtiyên nexweşê giran Cemal Tanhan yê 68 salî li taxa Çîmentepe a Konak a Îzmîrê di 1994’an de hat girtin û îşkenceyên giran dît. Rewşa Cemal Tanhan her diçe giran dibe.Cemal li girtîgehên Buca ya Îzmîrê, Gîresun, Nazîlî, Kiriklarê ma. Ev 17 sale li girtîgeha Tîpa F ya Boluyê dimîne. Di 23’ê cotmehê de felç derbas kir û li  er vê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal û di 27’ê cotmehê de jî sewqî Beşa Cerahî ya Giştî ya Nexweşxaneya Bajar a Eskîşehîrê hat kirin. ATK’ê di 2’ê sibatê de ji bo Cemal Tanhan rapora dikare girtî bimîne dabû. Keça Cemal, Ayşe Tanhan der barê rewşa bavê xwe de axivî û balkişand ser bêdengiya ATK’ê û got ATK’ê deriyên xwe ji wan re girtiye ûbang kir ku divê bavê wê demildest bê berdan.
 
Agahiya wan tunebû ku rakirine nexweşxanê
 
Ayşeyê destnîşan kir ku bavê wê ji 1994’an de girtî ye û gelek caran hatiye surgunkirin herî dawî surgunê girtîgeha Tîpa F ya Boluyê kirine û 17 sale li wir girtî ye. Ayşeyê wiha dirêjî daye: “Pirgirêkên tenduristiyê rû dan. Di 2022’an de teşhîsa gelek nexweşiyên wekî dil, kezeb, pişik, , safra kesekî hat tespîskirin. Lê di raporan de bavê min ji bo patojojî û biyopsiye nebû nexweşê şopandinê. Di sala dawî de 30 kîlo da. Du hefte berê em lê geriyan. Got ez ê li we bigerim lê rakirin nexwşexanê. Ez li nexweşxanê geriyam agahî dan me. Em negeriyane agahî nedidan. Bavê min sê roje di beşa giran de ye û agahiya me tunebû.”
 
Ji bo rayagiştî û TBMM’ê bang
 
Ayşeyê got ji ber nebûna nexweşaneyan li Boluyê  bavê wê sewqî nexweşxaneya bajar a Eskîşehîrê hatiye kirin û wiha daxuyand: “Nexweşxaneya Eskîşehîrê kapasîteya wê berfirehe. Ji sedî 90 di bedena bavê min de enfeksyon hatiye dîtin. Nexweşxaneya Enqereyê hîn nêzîktir bû. Lê rakirine Eskîşehîrê. Xwişk û dayika min bi destura dozgeriyê 25 deqeyan bavê min dîtine.  Doktoran gotiye rewş nebaşe. Ez bang li Meclisa Tirkiyeyê dikim. Gelo bavê min piştî bimre hunê dengê me bibihîzin? Vê dixwazin?”
 
ATK bersivê nade daxwaznameyan 
 
Ayşeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) gelek caran daxwazname daye ATK'ê û dozgeriye lê ev daxwazname bê bersiv mane û wiha domand: “Em ji ATK’ê bersivê nagirin. ATK’ê deriyên xwe ji me re girtine. Parlamenterên HEDEP’ê êdî raporên bavê min digirin û didin ATK’ê. Kes bersiv nade me. Me dengê xwe neda bihistin. Ez dixwazim girtiyên nexweş bên berdan. Em li Îzmîrê dijîn. Bavê min li Boluyê ye. Dayika min 65 salî ye. Dayika min rê nizane ziman nizane. Zehmetiyan dikşîne. ATK jî bêdeng dimîne û dibêje bila girtî bimirin. Divê bavê min demidest bê berdan.”