Kampanya TJA’yê di meha duyemîn de ye: Divê jin di ‘xwebûnê’ de bên gel hev

  • 09:07 3 Mijdar 2023
  • Rojane
 
WAN - TJA'yê di meha duyemîn a kampanyaya ‘bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ bi atolyeyên tevlihev û xweser tên gel hev. Jin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rolên newekheviya zayenda civakî, şerê taybet bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’, xwebûnê nîqaş dikin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di 15’ê îlonê de bi dirûşmeya ‘bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’deklerasyona xwe aşkera kir û piştî vê starta kampanyaya xwe dan. Aktîvîstên TJA’yê di çarçoveya kampanyayê de xebatên atolyeyê, yên perwerdehî û rêxistinbûnê meşandin û bajar bi bajar bi jinan re tên gel hev. Kampanya bi brenameyên cur bi cur tê meşandin.
 
Têkoşîna azad, xwe rêxistin kir
 
Di meha duyemîn a kampanyayê de bi tevlibûna partiyên siyasî, saziyên jinan û rêxistinên civaka sivîl atolyeyên xweser û tevlihev pêk tên. Yek ji bajarên ku atolye lê pêk tên Wan e. Li Wanê duh avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê atolyeya xweser ji aliyê jinan ve pêk hat. Jinan di atolyeyê de tecrîda li ser Abdullah Ocalan, bandora tecrîdê ya li ser civakê û girtîgehan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nîqaş kirin û  her wiha li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê jî balkişandin ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî û azad.
 
Li dijî tundiyê: hişmendiya zayendê 
 
Jinên tevli atolyeyan bûn, mijarên wek rexne û xwerexnedayînê yek bi yek nirxandin û astengiyên li pêş jinan axivîn. Her wiha di atolyeyan de li dijî tundiya sistematik, rê û rêbazên têkoşînê û alternatîf hatin nîqaşkirin. 
 
‘Ji hişmendiya zayendî haydar nînin’
 
Sosin Oktay a 68 salî ku tevli atolyeyê bû wiha vegot:  “Jin di atolyeyan de dibêjin ku divê di ferqa hêza xwe de bin û di vê esasê de pêş bikevin. Ji bo jin hêza xwe bizanibin divê aktîf tevli kampanya TJA’yê bibin. Jin xurt in. Jin hene û wê hebin. Ji sedî 60’ê jinan hişmendiya zayendê dizanin. Ji bo vê fêr bibin û têbigihejin divê di xebatên TJA’yê de cih bigirin.”
 
Polîtîkayên şerê taybet
 
Sosinê balkişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê û bi lêv kir ku li kolan û taxan hişbir û tiryak zêde bûye û wiha anî ziman: “Bikaranîna tiryakê heta temenê 10’an ketiye. Jin û dayik divê li dijî vê baldar bin. Divê xwe li dijî vê rêxistin bikin. Divê pêşî li polîtîkayên şerê taybet bigirin.”
 
Felsefeya’ jin jiyan azadî’ li cîhanê belav bû
 
Siyasetmedar Nazîme Arvas jî daxuyakirin ku li Kurdistanê bi salan e zilm û zext tê jiyîn û ev nirxandin kir: “Xwedîderketina li îradeya berpirsyariya jinê ye. Jin divê xwedî li hişmendiya zayendî, çand, ziman derkevin. Di vê çarçoveyê de rola jinê girîng e.Têkoşîna jinên Kurd li cîhanê bi ‘jin jiyan azadî’ belav bû. Îro li Rojhilat ‘jin jiyan azadî’ wek felsefeya jinan belav bû. Ev paradîgma ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve pêk hat. 32 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan bandor li ser hemû civakê kiriye. Jin divê li dijî vê baldar bin. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Tecrîd heta ser zimanê me belav bûye.”
 
‘Tecrîdê her tiştê me desteser kiriye’
 
Nazîmeyê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Tecrîd heta her qadê belav bûye. Em li dijî van polîtîkayan derneyên em ê hîn bêtir bên înkarkirin. Divê em li dijî vê têbikoşin. Zimanê me tune bibe wê nasnameya me jî tune bibe. Jin di bin êrîşê de ne. Polîtîkayên şerê taybet jinan hedef digire. Divê jin bibin xwebûn, di xwebûnê de bên gel hev û polîtîkayên tecrîdê ji holê rabikin.”