ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2023'YAN

  • 09:00 3 Mijdar 2023
  • Rojev
 
* Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê, Riham Hesen têkildarî tevlîbûna pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" da zanîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan deriyê azadî û aştiyê vekiriye û wiha got:"Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin vê pêngavê. Çimkî xwedîderketina li Serokatî xwedîderketina li azadiyê ye." DÎMEN HEYE
 
*Wek rêbaz, rêxistinên xweser ên jinan û xweser ji derveyê pergalê pêş ketiye. Amadekariya vê pêvajoyê jî xwe spartiye dewlemendiya zîhnî ya pratîka îdeolojîk û siyasî ya jinan. Di vî alî de partîbûna jinan li ser dewlemendiyên îdeolojîk û civakî ya bi qada parastina jinê hatiye avakirin. Beşek mezin a vê dewlemendiyê jî di şertên giran ên şer de pêk hatiye. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Ber bi rêveberiyên heremî jinên Amedê di pêvajoya qeyûm de li ser êrîşên li dijî çanda kurd nirxandin kirin. Jinan diyar kir ku ji bo kurdan pêdiviya herî girîng pêşketina ziman e û gotin, "Qeyûm êrîşî çand û zimanê me dike."DÎMEN HEYE
 
*TJA'yê di meha duyemîn a kampanyaya ‘bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ bi atolyeyên tevlihev û xweser tên gel hev. Jin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rolên newekheviya zayenda civakî, şerê taybet bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’, xwebûnê nîqaş dikin.
DÎMEN HEYE
 
*Girtiyê nexweş Cemal Tanhan ku 29 sale girtî ye rewşa wî her diçe giran dibe. Keça Cemal Tanhan, Ayşe Tanhan banga hestiyariyê li rayagiştî kir û got: “Gelo dema bavê min bimre wê denge me bê bihistin.” DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera berê ya HDP’ê Besime Konca operasonên siyasî yên 4’ê Mijdarê nirxand û da zanîn ku armanca plana têkbirin e, teslîmgirtina îradeya gelê Kurd e û encama vê girankirina tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. DÎMEN HEYE
 
*Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşci da zanîn ku bi îmzeya ku avêtine deklarasyona ‘ji bo aştiyê bang’ peyama ‘em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd’ didin û got azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê pirsgisrêkan çareser bike û banga têkoşîna hevpar li hemû kesî kir. DÎMEN HEYE
 
*Li navçeya Xoresanê hat zanîn mêrê bi navê Kadîr Aras dest dirêjî zarokekî kiriye û li dijî vê yekê zarok parastina rewa kir û kiryar birîndar kir. Di heman demê de Teşkîlata Navçeyê ya AKP'ê ya Xorosanê jî hewl dide ku ser bûyerê bigire.