Der barê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin

  • 21:40 2 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hinceta parvekirina der barê erdhejê de edîtora Bîanetê Evrîm Kepenek gazî îfadeyê hat kirin. Her wiha ji rojnameya Bîrgunê jî der barê Ugur Şahîn, Îsmaîl Ari û Ugur Koç de ji heman sûcdariyan lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê edîtora Bîanetê Evrîm Kepenek de lêpirsîn da destpêkirin. Li gorî nûçeya di Bînanetê de cih bigire, dozgeriyê ji sûcdariya ‘agahiyên gel dixapîne bi aşkera belav kiriye (TCK217)” û ‘Gel tehrîkê dijminahî û kînê kirin(TCK 216)”  ji bo îfadeyê gazî Evrîmê kiriye.
 
Her wiha li gel vê ji rojnameya Bîrgunê jî der barê Ugur Şahîn, Îsmaîl Ari û Ugur Koç de ji heman sûcdariyan lêpirsîn hat destpêkirin.