Çalakiya Azadiyê ya li Strasboûrgê didome

  • 20:02 2 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Azadiyê ya li Strasboûrgê bê navber berdewam dike, di vê heftiyê de bang li her kesê hat kirin ku xwedî li kampanya 10’ê Cotmehê derkevin. Di çalakiyê de  wiha hat gotin:“Polîtîkaya tecrîdê îşkencekirina gelê Kurd û teslîmgirtinê ye.“
 
Çalakiya ku di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda giran hatibû destpêkirin kete hefteya 593’an.
 
Çalakiya ku gelê Kurd û dostên wan li nuqteya ku saziyên Ewropayê dicivin, hefteyê 7 rojan saet di navbera 07.30-16.30 de dewam dike. Çalakiya ku her hefte ji aliyê komên cuda tê  berdewamkirin, hefteya ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û aktîvîstên Komuna Arjîn Garzan dewr hat girtin. Koma nû ya ji Halîse Tûzer, Naîle Gumuştaş, Saadet Doymaz û Fehîme Ozturk pêk tê, wê heta 5'ê Mijdarê nobedê bigirin.
 
‘Tecrîd teslîmikrina vîna gelê Kurd e’
 
Berpirsê ji koordînasyona çalakiya Nobeda Azadiyê Zulfu Bîngol bal kişand ser girîngiya kampanyaya ku di 10'ê Cotmehê de li gelek welatên cîhanê bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” hatiye destpêkirin û wiha got: “Tecrîd îşkenceya li ser gelê Kurd e. Siyaseta teslîmgirtina Kurdan e. Banga me li gelê Kurd, rêhevalên Rêber Apo û dostên Kurdan e. Divê em kampanyayê berfireh bikin û dawî li vê îşkenceyê bînin. Me bang li saziyên Ewropayê û bi taybetî Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) kirin ku erka xwe bi cih bînin. Heta ku Rêberê me azad nebe em ê dawî li vê çalakiyê neynin. Em ê bi berfirehkirina kampanyayê encam bigirin."
 
‘Bersiva me berxwedane’
 
Ji çalakgeran Naîle Gumuştaş jî ev tişt anî ziman: "CPT erka xwe pêk neaniye. Hewl dan vîna jinên ku 25 sal in daxwaza aştî û azadiyê dikin rehîn bigirin. Em ê bi vîna jinan vê komploya qirêj pûç bikin. Em ê tenê bi agahiiyên ji Rêberê xwe têr nebin, em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin, wê serkeftin, serkeftina gelê Kurd be.”
Halise Tûzer bal kişand ser berxwedana nêzî 80 Kurdistaniyên ku ji roja destpêkê ya komploya navneteweyî ve li dora Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûne yek û bi bedena xwe li dijî komployê kirin meşaleya ji agir û wiha got: "Ji ber ku Rêbertî û gel yek in.”
 
Halîseyê anî ziman ku çalakiya ku ew li pêşiya CPT'yê dimeşînin, di heman demê de çalakiya li ser navê mirovahiyê ye. Halîseyê wiha vegot: “Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan bidawîkirina şeran pêkan e. Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku azadiya jinê bi azadiya Rêbertî ve girêdayî ye. Em jin deyndarê Rêbertî ne."