HEDEP’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê da

  • 18:20 2 Mijdar 2023
  • Rojane
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HEDEP'ê û parlementer, ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û parlementerên partiyê ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin bikin, serî li Wezareta Dadê dan.
 
Di daxwaznameya serlêdanê de hat destnîşankirin ku rojek berî rojekê dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin.