Kekê Fîgen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da

  • 16:48 2 Mijdar 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Kekê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Necmî Yuksekdag jiyana xwe ji dest da. 
 
Kekê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin, Necmî Yuksekdag jiyana xwe ji dest da. 
 
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Di serî de rêhevala xwe Fîgen Yuksekdag, em êşa malbat û hemû hezkiriyên wî parve dikin û ji wan re sersaxiyê dixwazin.”