Nêrgiz Mihemedî: Serkeftin ne hesan e lê teqez e

  • 16:36 2 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobela 2023’yan Nêrgiz Mihemedî, di nameya ku spasiyên xwe pêşkeşî Komîteya Nobelê kirin de wiha got: “Ez bang li we dikim ku heta gelê Îranê serbikeve hûn piştgiriyê bikin. Serkeftin ne hesan e lê teqez e.”
 
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2023’yan Nêrgiz Mihemedî ku ji sala 2012’an û vir ve li Girtîgeha Evînê girtî ye, bi sûcdariya li Îranê ‘propagandaya li dijî rejîmê’ û ‘bêbextî li rayedaran kiriye’ hatiye kirin, nameyeke spasiyê ji Komîteya Nobelê re şand.
 
Nêrgizê di nameya xwe ya ji aliyê keça wê Kîana ve hat xwendin û di malpera Komîteya Nobelê de hat weşandin de wiha got: “Ez spasdarê we hemûyan im. Ez daxwazê ji we dikim, ku heta gelê Îranê serbikeve, piştevanîya gelê Îranê bikin. Weke gelê Îranê daxwaza demokrasî, azadî, mafên mirovan û wekheviyê dikin. Lê belê astengiya bingehîn a li pêşiya bicihanîna van hemû daxwazan, Komara Îslamî ya Îranê ye.”
 
'Serkeftin teqez e'
 
Nêrgizê, diyar kir ku nûçeya xelatê ji aliyê hevalên wê yên hucreyê ve bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hatiye pêşwazîkirin. Nêrgiz Mihemedî di nameya xwe de qala tevgerên jinan ên Îranê dike û nameya xwe bi van gotinan diqedîne: “Hêza vê tevgerê di temsîliyeta jinên Îranê de cih digire. Em baş dizanin ku em çi dixwazin û em çi naxwazin. Em bi wê bawer in, em girêdayî vê ne û ji serketinê piştrast in. Li ser navê 46 girtiyên siyasî, fikrî û mehkûmê wijdanî yên li Girtîgeha Evînê silavên xwe yên jidil pêşkêş dikim. Serkeftin ne hesan e lê teqez e.”
 
Nêrgiz Mihemedî kî ye? 
 
Nêrgiz Mihemedî, di nav aktîvîstên mafên mirovan ên sereke yên li Îranê ku ji bo cezayê darvekirinê bê rakirin kampanyayan çêdikin û ji bo mafên jinan dixebitin de ye. 
 
Li gorî rêxistina maf a Front Line Defenders; Nêrgiz a nêzî 12 sal cezayê girtîgehê lê  hatiye birîn li Girtîgeha Evînê ya li Tehranê tê ragirtin. Di nav sûcdariyên arasteyî Mêrgizê tên kirin de “li dijî dewletê propaganda kiriye” jî heye.