Gundê Suryanî û Êzidiyan hatin bombebarankirin

  • 13:16 2 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk  bombe li gundên Tirbespiyê yên Kantona Qamişloyê barand.
 
Li gorî agahiyan, artêşa Tirk topbaran li gundê Til Ebas ê Suryanî yê li Tirbespiyê kir. Hate ragihandin ku sê top li gund ketin, yek jê jî li nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê ket.
 
Dewleta Tirk piştî gundê Suryaniyan vê carê jî bombe li gundê Til Xatûn barand ku piraniya şêniyên wê Êzidî ne.
 
Têkildarî êrişan agahiyên berfireh bi dest neketin.