Di doza destdirêjiyê de daxwaza girtinê nehat qebûlkirin

  • 12:43 2 Mijdar 2023
  • Hiqûq
 
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê cîgirê midûr Bûrak Ercan tacîzî 43 xwendekaran kiribû. Di danişîna dozê de daxwaza girtina Bûrak nehate qebûlkirin. 
 
Cîgirê midûrê dibistanê Burak Ercan li Cizîr a Şirnexê tacîza zayendî li 43 xwendekaran kiribû. Derheqê tacîzkar Bûrak de bi sedema “Tacîza zayendî” , “Bi rêya destavêtinê îstîmara zayendî li zaro kiriye” û “êrişa zayendî ya sivik” doz hatibû vekirin. 8’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate lidarxistin. Parêzerê Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê, parêzerên Komîsyona Mafên Jinan û Zarokan a Baroya Şirnexê, rêveberên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) beşdarî danişînê bûn. Bersûc û parêzerê wî jî bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. 
 
Li xwendekara şahid hat guhdarkirin
 
Di danişîna bi tespîta nasnameyê dest pê kir de xwendekara şahid a bi navê R.Y. hate guhdarkirin. R.Y. diyar kir ku bersûc beriya niha gotinên zayendî gotibûn û wiha got: “Ez ne xwendekara wê dibistanê bûm. Lê li dibistanê hevaleke min a di demekî dirêj min nas dikir hebû. Dema ez çûm dibistanê min li kêleka kendala li ber dibistanê dît, li wir rûdinişt. Ez çûm cem wê. Dema destpêka dersê bû, mamosteyan xwendekar kom dikirin. Wê kêliyê bersûc hate cem me û ez ji wir dûr xistim. Bersûc ji hevala min re gotinên zayendî yên ne baş gotin. Bersûc ji xwendekar re got ‘ev der ne guncav e em biçin cihekî guncavtir’. Ev yek bi awayekî zayendî got.”
 
Daxwaza girtinê
 
Yek ji parêzerên mexdûran Serkan Karakaş ê pişt re parastin kirin jî diyar kir ku sûcê bersûc kiriye di holê de ye û daxwaza girtina wî kir. Parêzerê Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê jî xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û daxwaza girtina bersûc kir. 
 
Bersûc Bûrak Ercan jî mexdûr hedef nîşan dan û îdia kir ku bûyer lînceke civakî ya li dijî wî ye. 
  
Şandeya dadgehê daxwaza girtina bersûc Ercan qebûl nekir û ji bo dozger mutalaya xwe pêşkeş bike danişîn taloqî 15’ê kanûnê kir.