Ji bo Rojnameger Nûjîn Yildiz daxwaza ceza hat kirin

  • 11:42 2 Mijdar 2023
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Di doza Rojnameger Nazlican Yildiz de tevî delîlan jî dozger ceza xwest. Rûniştin hat taloqkirin. 
 
Bi hinceta di nava Însiyatîfa Xwendekarên Azad de cihê xwe digire bi îddiaya "Endamtiya Rêxistinê" li nûçegîhana ajansa me Nazlican Nûjîn Yildiz doz hat vekirin. 4'emîn rûniştina dozê li 21'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bayrakliyê hat lidarxistin. Nûjîn û parêzerên wê li rûniştinê amade bûn. Hevalên Nûjinê jî doz şopandin. 
 
Rûniştinê piştî tespîta nasnameyan dest pê kir. Parêzeran xwestin şertê kontrola edlî ji ser Nûjinê rabe û metaryalên dîjîtal ên aîdî Nûjinê bên teslîmkirin. 
 
Dozger di mutalaaya xwe de anî ziman komele bi fermana rêxistinê hatiye avakirin û xwe spart îfadeyên şahid Buse Aslan û şahidê veşartî Dokuz û got Nûjînê bi fermana rêxistinê tev geriyaye. Parêzerên Nûjînê daxwaza demê kirin. 
 
Şandeya dadgehê biryara dewamiya qedexeya derketina derve û rakirina şertê kontrola edlî da û rûniştin taloqî 7'ê Kanûnê hat kirin.