Di salvegera serhildanê de tundî zêde bû

  • 11:26 20 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi nêzîkbûna salvegera qetilkirina Jîna Emînî re, zextên dewleta Îranê zêde bûne û herî kêm 23 çalakvan û welatiyên Kurd hatin girtin.
 
Berxwedana “Jin jiyan azadî” ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya li Îranê li bajarên Rojhilat û Îranê dest pê kir, salvegera wê  ya yekem nêz dibe, hat hînbûn ku hikûmetê zextên xwe zêdetir kirine. Hate diyarkirin ku dewleta Îranê zextê li sivîlan bi taybet çalakvanên Kurd û malbata Jînayê dike.
 
Herî kêm 23 kes hatin girtin
 
Li gor raporta Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di nava 5 rojên borî de herî kêm 23 çalakvan û welatiyên Kurd li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.
 
Çavdêrên Kurd her wiha diyar kirin ku hikûmetê zext li malbatên kesên di serhildana “Jin jîyan azadî” de jiyana xwe ji dest dane û esnafên ku piştî kuştina Jîna li Rojhilat derabeyên xwe girtine, dike.
 
Çavdêran bal kişand ser wê yekê  jî  ku leza girtinê ber bi Îranê ve dewam dike, heta niha 13 çalakvanên jin li bajarê Gîlanê hatine girtin. Midûrê Polîsan ê Gîlanê îdia kir ku di çarçoveya pîrozbahiyên salvegera serhildana gel de çalakvanên mafên jinan li dijî ewlehiya neteweyî çalakî li dar xistine.