Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • 11:07 20 Tebax 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Hejmara nû ya Kovara Jinê ku her roja yekşemê derdikeve, bi sernavê “Netewa Demokratîk mifteya jiyana azad û wekhev e” vê hefteyê jî li pêşberî xunerên xwe ye.
 
 Di hejmara 25'emîn a Kovara Jinê de ku ji aliyê Koma Kovara Jinê ve hatiye amadekirin de wiha hat gotin: “Kîlîda çareseriya krîza Rojhilata Navîn Netewa Demokratîk e; Di dosyaya bi navê "Em siyasetê ji desthilatdariya mêran rizgar dikin" balê dikişîne ser avakirina Neteweya Demokratîk a li Rojava, di nivîsa 'Çedes' a Yuksel Mutlu de jî hewldana tayînkirina melayan li dibistanan hatiye destgirtin.
 
Çanda bixçikê
 
Di wergera nivîsa Jana Nahal a bi sernavê, " Wekî Qada Dîsîplîna Polîtîk Por" de jî tê gotin ku porê jinê wekî nesneyek polîtîk hatiye destgirtin, herwiha di heman hejmarê de Esma Kaya Ceylan jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê 'Bixçikvan hat xanim" balê dikişîne ser çanda bixçikê û bixçikvanan. 
 
Hemû sernavên di vê hejmarê de wiha ne:
 
Mifteya çareseriyê ya krîza li Rojhilata Navîn Netewa Demokratîk: Em siyasetê ji desthilatdariya mêran rizgar dikin/ Koma Kovara Jinê
 
Çedes /Yuksel Mutlu
 
Wekî Qada Dîsplîna Polîtîk Por /Jana Nahal
 
Bixçikvan hat xanim /Esma Kaya Ceylan. Ji bo ku hûn nivîsên di hejmara nû de bixwînin bitikînin.
 
http://jindergi.com/anasayfa/