Derbarê Çawîşên pispor ên kiryarê tecawizê de biryar hat dayîn

  • 09:15 20 Tebax 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
WAN - Li navçeya Serayê du çawişên pispor Ahmet Can Donmuş û Oguzhan Kiliçtûg ên ku tecawizî Leyla M. kiribûn û piştî destpêkirina pêvajoya darizandinê şûnde der barê wan de biryara hincetê hat aşkerakirin. 
 
Li navçefya Serayê ya Wanê derketibû holê ku di 2’ê çileyê de du çawişên pispor Ahmet Can Donmuş û Oguzhan Kiliçtûg tecawizî jina bi navê Leyla M. kirine. Piştî bûyer derket holê kiryar hatin binçavkirin û di 3’ê çileyê de hatin girtin.
 
Piştî lêpirsînê Serdozgeriya Komarê ya Wanê di 6’ê çileyê de der barê herdu kiryaran de bi sûcdariya “Birîndarkirina jinan”, “Destdirêjiya zayendî” û bi sûcê “Mehrûmkirina ji azadiyê"  îdîaname amade kir. Piştî ku 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran îdîanameyê qebûl kir şûnde pêvajoya darizandinê dest pê kir. Piştî danişînên ku hatin der barê kiryaran de di 8’ê hezîranê de biryara hincetê hat aşkerekiri
 
'Min xwe negirt'
 
Kiryar Ahmet Can Donmuş di yekemîn danişîna dozê de di parastina xwe ya kir de îdîa kir ku îfadeya xwe ya li qereqolê di bin zextan de daye û sûcê tecawizê ku kiribû jî  bi gotina “min xwe negirt”  îtîraf kir. Her wiha di parastina kiryar de hat dîtin ku kiryar xwestiye delîlan jî tune bike.
 
Kiryar Ogûzhan Kiziltûg jî di parastina ku kir de bi gotina “ez li gorî şeytên tevgeriyam” sûcê xwe yê tecawizê îtîraf kir.
 
Herçend ku kiryaran bi gotinên cuda cuda parastina xwe kiribin jî bi awayekî tişta kirine jî îtîraf kirine û bi devê xwe li xwe mukur hatine ku wan tecawizî Leylayê kiriye.
 
Bi îşkenceyê tecawiz
 
Leyla M. jî bi lêv kir ku herdu kiryaran jî tecawizî wê kirine û di hin cihên îfadeya xwe de wiha got: “(…) Du leşker bi koma me re çûn. Ew kesên ku di ekranê de dixûyin kesên bi koma me re hatine. Min ew tteşhîs kirin (...) Me birin cihek biçûk li serê çiyê. Li wê derê li ser me lêgerîn kirin. Kesê ku li ser me geriya Ogûzhan e û min ew di daneşînê de teşhîs kir. Ji xwe ew li ser me negeriya. Li wê derê min tacîz kir. (…) Dema ku ev tişt bû leşkerên din jî li cem me bûn. Bi lapmpeya destan an jî bi telefona xwe ronahiyek dibiriqand. Leşkerê dinê jî dît ku ez ji aliyê Ogûzhan ve bi destdirêjiyê re rû bi rû me. Heta di wê navberê de henekê xwe kir bi hevalê xwe re keniya. Piştre min ji cem wan veqetant û ber bi cihek dinê ve bir. Ji bo ku neçim min gelek li berxwe da. Lê bi zorê min bir (…) Piştre bi navê Ahmet Can bang kir û ew hat (…) Wî min ber bi xwarê ve avêt û ez ber bi jêrê ve gindirîm. Ahmet Can min avêt xwarê. Vî kes piştî ku min avêt xwarê kevir avêt min. Kevir LI  lingê min ket. (…) Ez piştre bi gavên lez ber bi  leşkeriyê ve çûm û min kirin hindir. Ez gilîdar im.”
 
Ji kiryaran îfadeyên nakok
 
Li aliyê din parêzera Leylayê jî bal kişand ser nakokiyên îfadeyên kiryaran û diyar kir ku cudahiya îfadeyên kiryaran ên li polîs û dozgeriyê sûcê kirine îspat dike.
 
Şahid: Hat xwestin ku delîl bên tunekirin
 
Şahidan di dema biryarê de diyar kirin ku kiryar hewl didin delîlan tune bikin û der barê tiştên qewimîne de îfade dan.
 
Di roporê de tecawiz hatiye tespîtkirin
 
Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê, Midûriyeta Şaxa Tipa Edlî ya Wanê û Nexweşxaneya Dewletê ya Serayê di encama mûayeneyê de di raporên xwe de cih dane ku di laşê Leylayê de şopên birînan hene. Di rapora 6’ê çileyê ya Midûriyeta Laboratuvara Polîsên Krîmînal a Herêma Amedê de di encama lêkolînên ku li ser delîlên hatine bidestxistin de hat diyarkirin ku şiliya laş û nimûneyên xwînê yên bersûcan hatine dîtin.
 
Mutalaa hat amadekirin
 
Di mutalaayê de hat diyarkirin ku kesên sûcdar ji bo hev sûcdar bikin îfadeyên nakok didin û ji bo delîlên sûcê xwe veşêrin niyeta xwe ya tund nîşan dane. Di berdewamiyê de ev tişt hat gotin, "Kiryaran li pey hev  destdirêjiya ku li jor behsa wê tê kirin pêk anîne û ji bilî kiryarên ku ji aliyê wan ve hatine kirin de beşdarî kirinên kesên din jî bûne. Ev sûcekî ku li pey hev hatiye kirine."
 
32 sal ceza
 
Di biryarê de der barê kiryar Ahmet Can Donmuş de ji sûcê “Êrîşa zayendî” 22 sal 6 meh, ji sûcê “Mirovek ji azadiya wê mehrûmkirinê” 9 sal û ji sûcê “Bizanebûn birîndarkirinê” jî 6 meh, bi giştî 32 sal ceza hat dayîn.
 
36 sal 13 meh 15 roj ceza
 
Der barê kiryar Ogûzhan Kiziltûğ de jî ji sûcê “Êrîşa zayendî” 27 sal 13 meh û 15 roj, ji sûcê “Mirovek ji azadiya wê mehrûmkirinê” 9 sal û bi giştî 36 sal 13 meh 15 roj ceza hat dayîn.
 
Biryara berdewamiya girtinê hat dayîn
 
Parêzerê Leylayê nerazîbûn nîşan da ku cezayê ji ber bûyerê kêm e, parêzerên kiryaran jî nerazîbûn nîşan dan û gotin ku ceza ne rewa ye. Di biryarê de biryara berdewamiya girtina kiryaran hat dayîn.