ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN

  • 09:00 20 Tebax 2023
  • Rojev
 
* Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk a Wanê Helîn Koçak, bal kişand ser kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet”  û diya kir ku li dijî tiryar, fihûş û sixûrtiyê dê li taxan xebatan bidin meşandin û xwe bighînin malbat û ciwanan. BI DÎMEN 
 
*Cilê sor li wan dikin û serê wan dipêçin, rola wan diyar dikin. Li gorî rêgezên komarê û metnên olî ji bo berdewamiya zuriyetê bi merasimeke taybet wek makineyên welidînê derdixin pêşberî serdestan. Çend ev bibe mijara roman û rêzefîlma "The Handmaid's Tale" jî îro heman hişmendî rojevî ye û tê jiyîn. MEDYA KRÎTÎK
 
* Bijîşk Irmak Saraç, diyar kir ku ji ber zêdebûna bihaya alavên tenduristiyê jin pirsgirêkên tenduristiyê dijîn û divê alavên tenduristiyê bê pere bin û her kes bikare xwe bighîne û got: "Ji bo vê jî divê polîtîkayên hikûmetê jî di vî alî de biguhere." BI DÎMEN 
 
* Çîrokên wê jinan rave dike, nivîskar jin e, yên ku ji bo weşanê amade kirin jin in...Pirtûka "Serhildana Zerîyan" ya Rojnameger Rojbîn Denîz nivîsandiye balê dikşîne ser civakek bi qirkirinê rû bi rû maye, balê dikşîne ser çîroka jinên Êzidî. Rojbînê li ser destpêk û dawiya çapkirina vê pirtûkê axivî. 
 
*Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê ya Wanê Oznur Evin têkildarî sala 4'emîn a tayinkirina qeyûman û hilbijartinên herêmî wiha got:"Divê jin li dijî polîtîkayên dijminatiya jinê dikin ên AKP'ê bêtir bên gel hevdu, di nava piştevaniyê de bin û divê di hilbijartinên herêmî de jin bêtir bibin namzet. Em ê destkeftiyên xwe zêde bikin û nehêlin mêr destkeftiyên me ji destên me bigirin." BI DÎMEN 
 
*Bi hezaran gundên kurdan hatin şewitandin û kurd ji neçarî koçî bajarên din bûn. Piştî koçkirina li bajaran bi polîtîkayên şerên taybet dewletê her tim xwest kurdan di nav metropolan de bifetisîne. Endama TJA'yê Pinar Memîş der barê mijarê de wiha axivî: "Dema ku ev tecrîd bişikê, azadiyê çê bibe û em ê gundên xwe jî ava bikin. Loma li dijî tecrîd û şerê taybet divê em bibin yek." BI DÎMEN 
 
*Li navçeya Serayê du çawişên pispor Ahmet Can Donmuş û Oguzhan Kiliçtûg ên ku tecawizi Leyla M. kiribûn, piştî destpêkirina pêvajoya darizandinê şûnde biryara bi hincet a der barê kiryaran de  hat aşkerakirin.