Emîne Şenyaşar: Bila kujer bên girtin

  • 16:25 19 Tebax 2023
  • Rojane
 
ENQERE - "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar li Enqerê didome. Îro Emîne Şenyaşar serdana Navenda Giştî ya TMMOB’ê kir û bal kişand ser têkoşîna xwe. 
 
Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatê, nobeta xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê. 
 
Nobeda Malbata Şenyaşar di roja 26’emîn de berdewam kir. Ji ber dawiya hefteyê ye û Wezareta Dadê girtî ye, malbat roja şemiyê û yekşemê serdana rêxistinên sivîl dike. 
 
Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar serdana Navenda Giştî ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) kirin û bi Sekreterê Giştî yê TMMOB’ê Dersim Gul re hevdîtin kirin. 
 
Ferît Şenyaşar di hevdîtinê de behsa têkoşîna edaletê kir û destnîşan kir ku ji bo wan piştevanî tişta herî watedar û pîroz e. 
 
Emîne Şenyaşar jî axivî û wiha got: “Bila kujerên malbata min bên girtin. Çima serbest digerin? Bila lawê min ê girtî berdin. Tu sucekî lawê min nîne. Malbata min qir kirin, bila lawê min berdin. Bila li dîmenên nexweşxaneyê temaşe bikin ku bê çawa lawê min qetil kirin e. Bila kujer bigirin. Lê gelo çima kurê min di hepsê de ye?” 
 
Sekreterê TMMOB’ê Dersim Gul jî destnîşan kir ku ew piştgiriya çalakî û têkoşîna malbatê dikin û dê her tim bi malbatê re bin.