Êrişên li hemberî Dayikên Şemiyê hat şermezarkirin

  • 16:05 19 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên ÎHD'ê ji bo piştevaniya çalakiya Dayikên Şemiyê li gelek bajaran daxuyanî dan û banga xwedîderketina li çalakiyê kirin. 
 
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran daxuyanî dan û piştgiriya xwe ya ji bo Dayikên Şemiyê ragihandin. Şaxên ÎHD’ê yên Şirnex, Riha, Dêrsim, Enqere, Edene, Îzmîr û Mêrsînê daxuyanî dan. Di axuyaniyan de êrişên li dijî Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê hat şermezarkirin.
 
Di daxuyaniyan de hat diyar kirin ku dê bi Dayikên Şemiyê re bin û her piştevaniya wan bikin. Di daxuyaniyên li bajaran hatî dayîn de êrişên li hemberî çalakvanan hat şermezar kirin û banga xwedî li derketina çalakiyê hat kirin. .