Di konferansa Beyrûdê de tecrîda li Îmraliyê hat nîqaşkirin

  • 14:35 19 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Konferansa Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî de jinan bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Doza birêz Ocalan doza azadî û demokrasiya gelan e lê belê tecrîdek girankirî li ser tê meşandin. Her wiha CPT'ê jî agahiyên rast li ser rewşa birêz Ocalan aşkera nake."
 
Konferansa Tecrubeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî di roja duyemîn a dawîn de dewam dike. Kongre li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi dirûşma "Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî" hat organîzekirin. 80 delegeyên jin ên ji 10 dewletan; Tunis, Urdun, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê, şandeyek ji Şengalê û şandeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li konferansê bûn.
 
Di konferansê de jinan bi panelan li ser gelek mijaran rawestiyan. Di panela yekem de jinan der li ser mijara “Encamên destwerdanên pergala serdest a gerdûnî ya li ser jinan li herêmê di sedsala 21’ê de” nirxandin kirin û di panela duyem de jî behsa “Ezmûna jinên ji bo rizgariya ji qeyrana heremê” kirin.
 
Di panela sêyem a konferansê de ku moderatoriya wê nivîskar û endama Însiyatîfa Nun ji bo azadiya Ocalan ji Urdunê Emel El Kurdî ve hat birêvebirin de jinan der barê “Nêrîna hevriyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan a der barê rêwîtiya azadiya jinan de” goftûgo kirin.
 
Endama Navenda Jineolojiyê û mamosteya ji Rojavayê Kurdistan Rojyan Hesên axivî û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan li ser rêbaza azadiya jinan mijarek pêşkêş kir û diyar kir ku yek ji wan mînakên ku birêz Rêber Ocalan behs dike, parastina cewherî ye, parastina cewherî parastina ji hemû cureyên tunebûn û êrîşan e. Jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê de xwe li ser bingeha parastina cewherî bi rêxistin kirine. Ev hêz jî ne tenê hêzeke leşkerî ye, hêza parastina çandî, hunerî, siyaset û hemû qadên jiyanî bi taybetî ji bo jinan e.”
 
Parêzera ji Bakurê Kurdistanê Rengîn Ergul jî behsa tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û îşkenceya dewleta Tirk a li girtîgehan dide meşandin kir. Rengîn Ergul destnîşan kir ku pergalek tund li Tirkiyeyê tê meşandin, bi taybetî li girtîgeha Îmraliyê 29 meh in tecrîdeke girankirî tê meşandin û bi tu awayî destûr nayê dayîn malbat û parêzer hevdîtin pêkbînin û got: “Doza birêz Ocalan doza azadî û demokrasiya gelan e lê belê tecrîdek girankirî li ser tê meşandin. Ji du salan zêdetir e bi tu awayî agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Dewleta Tirk bi vê tecrîda girankirî zagonên xwe û yên navneteweyî binpê dike û CPT jî agahiyên rast li ser rewşa birêz Ocalan aşkera nake.”
 
Berdevka Însiyatîfa Nun ji bo azadiya Ocalan a ji Lubanê Sewse Şûman der barê şikandina tecrîdê de, behsa riya têkoşînê ji bo şikandina sîstema îşkenceya li Îmraliyê kir û got: “Yekitiya jinan dibe bersiva herî baş, ji ber tecrîd û îşkenceya li girtîgeha Îmraliyê, êriş û tecrîda li ser gel û bi taybetî li ser jinan e. Ji ber Rêber Ocalan azadiya civakê di azadiya jinê de dibîne.”
 
Însiyatîfa Nun a ji bo azadiya Ocalan ku însiyatîfeke jinan e ji bo têkoşîn û yekitiya li dijî tecrîda li Îmraliyê sînevizyonek hat nîşandan.
 
Konferans bi goftûgoyên jinan berdewam dike, wê di dawiyê de encamnameya wê bi daxuyaneyekê were aşkerekirin.