Li Elbakê tecawizkar hat girtin

  • 14:08 19 Tebax 2023
  • Rojane
WAN – Li navçeya Elbakê cerdevan B.A yê ku destdirêjî li jineke ciwan kiribû hat girtin.
 
Li gundekî navçeya Elbakê ya Wanê, li ser îxbara ku hat kirin, cerdevanê bi navê B.A. yê ku destdirêjî li jineke ciwan kiriye hat binçavkirin. Kiryar ji bo îfadeyê birin Qereqola Cendirmeyan a Kopruagziyê û piştî îfadeya wî sewqê dozgeriyê hat kirin.
 
Li dozgeriyê piştî îfadeyê serwqê dadgehê hat kirin. Dadgeh jî biryara girtina wî da.