Li Silêmaniyê komxebata pêşxistina jinan bi dawî bû

  • 11:28 19 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê, ji bo jinan komxebatek bi navê "Pêşxistina jêhatiyên jinan û nêrîna berfireh a li pirsgirêkan" hate lidarxistin û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê jî beşdar bû.
 
Rêxistina Jinên Zehmetkêşan a Kurdistanê ya Liqa Silêmaniyê, li Hola Zehmetkêşan a li Silêmaniyê bi navê "Pêşxistina jêhatiyên jinan û nêrîna berfireh  a li pirsgirêkan" ji bo pêşxistina hêz û jêhatinên jinan komxebatek lidarxist.
 
Di komxebatê de jinên endamên partî û rêxistinan û çalakvanên di warê jinê de di nava wan de Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) cih girtin.
 
Komxebat ji aliyê Parêzer Eşwaq Necîb ve hate rêvebirin ku du roj berdewam kir. Armanca komxebatê perwerdekirina jinan bû ku di warên xwe de berhemdar û pêşeng bin.
 
Endama Liqa Silêmaniyê ya Rêxistina Zehmetkêşan Zekiye Rehîm derbarê sûd û bandora çalakiyên wiha kir û got: “Piştî her konferans û civînekê, em wek jin li hember xwe û derdora xwe, bertekan nîşan didin.”
 
Her wiha Endama Liqa Silêmaniyê ya Rêxistinê Nermîn jî qala rewşa heyî ya jinan kir û wiha axivî: “Piştî her komxebat û semînerekê li ser pirsgirêkên jinan, em dikarin bi hemahengî li ser pirsgirêkên jinan kar bikin.”
 
Piştî berdewambûna du rojan a komxebatê, herî dawî bawername hate belavkirin.