Li Hawelê qirkirina xwezayê didome

  • 10:12 19 Tebax 2023
  • Rojane
 
SÊRT - Şewata ku li derdora gundê Xelîkan a navçeya Hawelê derketibû bi xwe vemirî û di dîmenan de jî hat dîtin ku hin cih bi awayekî xêzkirî hatiye şewitandin. Di heman demê de li herêmê bi destên cerdevanan birîna daran jî berdewam dike.
 
Li gundê Xelîkan a navçeya Hawel a Sêrtê şewata ku di 14’ê Tebaxê de derket û du rojan berdewam kir bi xwe vemirî. Li gor agahiyên ku ji gundiyan hat girtin şewata ku roja ewilî derket şûnde komên agirtef hatine lê bi hinceta “rê tuneye” şewatê venemirandine. Şewata ku roja ewilî heta êvarê berdewam kir, piştre bi xwe vemirî. Her wiha hat gotin ku şewat roja duyem li herêmê dîsa destpêkiriye û bi xwe vemiriye. Şewata ku du rojan berdewam kir û bi xwe vemirî li herêmî nêzî 10 km belav bûye.
 
Li aliyekî dinê ve jî hat zanîn ku herêm cihê “herêma qedexe” bûye û sedema derketina şewatê nehat zanîn. Li aliyekî din di dîmenan de jî hat dîtin ku hin cih bi awayekî xêzkirî hatiye şewitandin.  
 
Li gor agahiyên hatin destxistin cerdevan ji Qereqola Cendirmeyan a Ziyaretê destûrê digirin û li derdora gundê Xelîkan daran dibirin û birîna daran li herêmê berdewam dike.