Li Xinûsê du zarokan jiyana xwe ji dest dan

  • 08:39 19 Tebax 2023
  • Rojane
 
ERZIROM – Li navçeya Xinûsê ji sê zarokên ku ketin gola avdanê du zarokan jê jiyana xwe ji dest dan û zarokek jî hat xilaskirin.
 
Li gundê Pornak ê navçeya Xinûsê yê Erziromê, ji 7 zarokên ku ketin hewzê avdanê  yê ajalan 3 jê xeteriya xeniqandinê derbas kirin. Bi bûyera ku duh qewimî de, zarokên din çûn agahî dan malbatan û li ser vê yekê malbat hatin cihê hewza avdanê. Malbatan zaroka 9 salî  E.C. rizgar kirin.
 
Elîf Berfîn Demîr (12) û Serayî Çelîk (11) ên ku di avê de winda bûn malbatan cenazeyên wan dît. Ambûlansên ku hatin cihê bûyerê  zaroka 9 salî ya birîndar û zarokên jiyana xwe ji dest dan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xinûsê. Mûdaxale ji bo zaroka 9 salî hat kirin. Bi helîkoptera ambûlans rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturk a Erziromê. Cenazeyên Elîf Berfîn Demîr û Serayî Çelîk jî ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Xinûsê.