Şewata li Hênê didome

  • 20:56 18 Tebax 2023
  • Rojane
AMED - Şewata ku duh danê sibehê li texma Çiyayê Pîrezîzê yê navçeya Hênê rû da, didome. 
 
Şewata ku duh danê sibehê li Texma Çiyayê Pîrezîzê yê li derdora gundê Nêribê Axan û Nêribê Şeynan ên navçeya Hênê ya Amedê li qada daristanî rû dabû, didome. 
 
Şewata li Çiyayê Pîrezîzê tevî mudaxileya gundiyan û tîmên daristanê jî netefiya. Gundiyan ragihand ku ji ber ku ba tê ji bejahiyê ve nikarin mudaxile bikin û her diçe şewat berbelavtir dibe.