Dayikên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan da

  • 18:52 18 Tebax 2023
  • Rojane
ÊLIH –  Li dijî binçavkirinan endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê daxuyaniyek dan û banga berxwedanê li gel kir. 
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê li dijî binçavkirinan li avahiya xwe daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de endama meclîsê Meyase Akdag axivî.  
 
Meyase, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî kurdan û got: “Di êrişên li hemberî kurdan de îktîdar sînoran nasnake. Pîr û kal, zarok û nexweş binçav dike û digire. Lê dewlet ji dayikan ditirse. Çi dikin bila bikin dayik tu carî dev ji têkoşîna xwe bernade. Dayik ne şer aştiyê daxwaz dike. Ji ber ku dewlet ditirse wisa bi hov êriş dike.”