Li Colemêrgê 10 kesên hatin binçavkirin hatin berdan

  • 16:52 18 Tebax 2023
  • Rojane
 
COLEMÊRG  - Li Colemêrg, Gever, Çelê û Şemzînanê ji 23 kesên ku hatibûn binçavkirin duh 13 kes hatin berdan û îro jî 10 kes  bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
 
Li navenda Colemêrgê û navçeyên wê Gever, Çelê û Şemzînanê di 15’ê tebaxê de di saetên serê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girtin û di navê de endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê jî heyî 23 kes hat binçavkirin. Ji 23 kesan 13 kes duh piştî îfadeyên wan ên li emniyetê serbest hatibûn berdan.
 
Di heman demê de 10 kesên ku di binçavan de man piştî îfadeyên wan ên emniyetê îro sewqî dozgeriyê hatin kirin. Li dozgeriyê piştî îfadeyê hatin girtin, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “Fînansekirina rêxistinî” bi şertê kontrola edlî sewqê dadgehê hatin kirin. Dadge jî bi şertê “kontrola edlî” û “qedexeya derketina derveyî welat” 10 kes serbest berdan.
 
10 kesên hatin berdan navên wan wiha ne: Basrî Gur, Ferîde Agralî, Hamaîl Vûral, Seher Karagoz, Suheyla Saygı, Zahferan Çagala, Zeynep Tokçû, Kafiye Canan, Halîme Yilmaz û Îsmaîl Ertûnç.