Malbata Şenyaşar û parezerên ÇHD'ê carek din hatin astengkirin

  • 16:25 18 Tebax 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar ligel astengiyan li Enqerê didome. Her wiha carek din malbat û parêzerên ÇHD'ê li ber avahiya Wezareta Edaletê hatin astengkirin. 
 
Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatê, nobeta xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobet îro di roja 25’emîn de berdewam kir. Malbata Şenyaşar beriya biçe pêşiya wezaretê daxuyaniyek da. 
 
Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyê bi kursiya biteker tevlî nobetê bû. Emîne û Ferît Şenyaşar bi dovîza “Edalet” heta li ber Wezareta Dadê meşiyan. 
Carekdin nehiştin malbat bikeve wezaretê. Her wiha piştevaniya parêzeren Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) jî hat astengkirin.