ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2023'YAN

  • 09:00 18 Tebax 2023
  • Rojev
 
*Hevseroka Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya  ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Xanim Eyo têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, kampanyayên li dar xistin û hevdîtina bi CTP’ê yê re nirxandin kir. Xanimê wiha got:” Dewleta tirk di mijara tecrîd û binpêkirina mafan de herkes ji xwe re kiriye hevkar. Li dijî vê yekê em hêvî dikin em ê hevdîtinê xwe berfirehtir bikin. Em çiqasî bixebitin em ê ewqas bigihêjin encamekê. Em hêvî dikin ev tecrîd rabe û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan jî pêk were.”
 
*Dema ji vê navberê derbas dibin tên qada vejîna nû. Ev carnan dibe şikeftek carnan dibe perestgehek, carnan dibe lahîtek. Gelek kes ji vê ezmûnê derbas dibin. Vejîna ji nû ve ye. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Siyasetmedaran, anîn ziman ku piştî Peymana Lozanê gelek komkujî pêk hatin û gotin: "Ligel komkujiyan jî kurd têkoşîneke bênavber heta roja me ya îro dan. Li dijî Peymana Lozanê alternatîfa kurdan paradîgmaya netewa demokratîk e." BI DÎMEN 
 
*Hevşaredara Payîzavayê Yildiz Çetin bi pergala hevserokatiyê bandoreke erênî li ser jiyana gelek jinan kir. Di demeke kurt qeyûm hat tayinkirin û Yildizê şandin girtîgehê. Yildizê piştre ji bo Erdîşê hat hilbijartin û li vir gelek projeyên ji bo jinan kir meriyetê. Yildiza ku di herdu serdeman de qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin wiha got:"Di hedefa qeyûman de destkeftiyên jinan heye û dixwazin gavê bi jinan paşde bidin avêtin." BI DÎMEN 
 
*Jinên li Helebê yên bertek nîşanê êrişên dewleta tirk dan û roja vejînê pîroz kirin wiha gotin:"Ji bo em nehêlin dewleta faşîst bigihêje armanca xwe em ê canê xwe jî feda bikin. Ji bo têkbirina dagirkerî û faşîzmê wê îradeya me têk neçe. Em ê bi vîn û îradeya xwe ya xurt li dijî êrişan bisekinin. Bi vîn û îradeya xwe ya xurt em ê Rêberê xwe jî azad bikin." BI DÎMEN 
 
*Medîne Yaklav a di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de cih digire niha jî îşkenceya înfazê lê tê kirin. Dayika Medîne ya 30 sal e girtî ye û divê ji ber nexweşiya xwe bê berdan Binefşî Zerey jî got, "Tişta ku tê kirin hem ji bo me û hem jî ji bo wan îşkence ye." DÎMEN HEYE
 
*Derbarê astengkirin û êrişên li hemberî çalakiya Dayikên şemiyê de TÎHV, MLSA, Rêxistina Efûyê û Navenda Hefizayê xebata raporkirina îhlalkirina mafan da destpêkirin. Saziyên ku xebat dimeşînin da zanîn ku heta dorpeça li Qada Galatasarayê bê rakirin, dê îhlalan bikin rapor û xebatên xwe bidomînin. BI DÎMEN