Li Wanê binçavkirina Dayikên Aştiyê hat şermezarkirin

  • 20:29 17 Tebax 2023
  • Rojane
WAN - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê, bertek nîşanî binçavkirina endamên Dayikên Aştiyê yên li Colemêrgê dan û gotin: ‘’Bijî berxwedana dayikan.”’
 
Di çarçoveya operasyonên qirkirinê de li Colemêrg, Gever, Çelê û Şemzînanê ku navçeyên Colemêrgê ne, 24 kes hatin binçavkirni. Li Wanê bi daxuyaniyekê bertek nîşanê operasyonan û binçavkirinê hat dayîn. Meclisa Dayikên Aştiyê li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartê ‘’Bila zext û destgîrkirin bên rawestandin, dayikên me rûmeta me ne’’ hat hildan.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got ku Dayikên Aştiyê ku hatine binçavkirin pirsgirêkên wan ên tenduristiyê yên cidî hene û yek ji wan Fatma Dûman e ku rakirine nexweşxaneyê û got: ‘’Dayikên Aştiyê nûnerên herî bi qedir ên têkoşîna ji bo aştiyê ne. Ji bo pêkhatina aştiyeke rûmetyar û nerijîna xwînê têdikoşin. Em bi Dayikên Aştiyê re ne. Bi binçavkirin, girtin û zextan em gav bi paş ve naavêjin. Bila AKP-MHP demildest dev ji neheqî, nehiqûqî û kirinên kêfî berdin.’’
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Saade Oklu bi pişt re wiha axivî: ‘’Em vê feraseta dayikên me binçavkirine şermezar dikin. We zarokên me xistin girtîgehan, hûn ê îcar dayikên me bixin girtîgehan? Pirsgirêkên tenduristiyê yên dayikên me hene. Binçavkirina dayikên me yên nexweşiyên wan hene, pir şerm e. Dayikên me demildest berdin! Em ser li ber we xwar nakin.’’
 
Dirûşmeyên ‘’Bijî berxwedana dayikan’’ û ‘’Bijî berxwedana jinan’’ hatin berzkirin û daxuyanî qediya.